ˋLi hember êriş û xeteriyan hevgirtin divêˊ

Şêx Murşid El Xeznewî di xutbeyekê li Dêrikê de, destnîşan kir ku metirsiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û ji bo rê li pêş wan metirsiyan bê girtin banga hevgirtinê kir

ˋLi hember êriş û xeteriyan hevgirtin divêˊ
24 kanûn, 2024   16:57
QAMIŞLO

Şêx Murşid El Xeznewî der barê geşedanên dawîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê de li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê xîtabek da.

Xutbe li qada navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Kurdî, saziyên sivîl, rewşenbîr û girseya gel hat dayîn.

El Xeznewî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girêdana wan bi projeya demokratîk re silav kir û got: "Ji îro û pê ve siyasetên qirkirin, kuştin, binçavkirin û tunekirina ziman û nasnameya Kurdî tu encamê nadin. Ji ber ku gel serî hilda, li ber xwe da û dê vê berxwedanê bidomîne."

El Xeznewî wiha domand: "Dîrok ji nû ve tê nivîsandin û pêwist e gelê Kurd bi xwe dîroka xwe binivîse. Pêwist e em şaşiyên bav û kalên xwe dubare nekin. Em dersan ji dîrokê wergirin û bi hevgirtinê metirsiyên ku li dijî me didomin, têk bibin û derbas bikin."

Her wiha El Xeznewî ev li gotina xwe zêde kir: "Du bendên me yên bingehîn hene ku nabe kes nêzîkî wan bibe, ew jî QSD û Rêveberiya Xweser in. Pêwîst e em destkeftiyên xwe bi hev re biparêzin û nakokiyên partiyetê deynin aliyekî û pêşî li dijmin bigirin."

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Murşid El Xeznewî got: "Kes nikare hebûna gelê Kurd tune bike. Vê carê serkeftin dê bibe para me."

(mh/fr)

ANHA