Bi bermahiyên şer 64 kesan jiyana xwe ji dest da

Di nav de 10 zarok û 5 jin 64 kesan di encama teqîna bermahiyên şer li bajarên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.

Bi bermahiyên şer 64 kesan jiyana xwe ji dest da
24 kanûn, 2024   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqîna bermahiyên şer de, li bajarên Sûriyeyê di nav de 10 zarok û 5 jin bi giştî 64 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha di nav de 40 zarok û 4 jin bi giştî 70 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama teqîna mayînekê li çolistana Sibêxan a gundewarê Dêrazorê de, 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Cîrûd a gundewarê Şamê jî ji ber teqîna mayînekê li navendeke leşkerî welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 3 din birîndar bûn. Her wiha li gundê Cela yê gundewarê Bokemalê jî mayînek teqiya, di encamê de 6 zarok birîndar bûn.

Li herêma Sehseh a gundewarê Şamê jî zarokan bi barûda bermahiyên madeyên teqemeniyê dilîst û agir pê ket. Di encmê de 5 zarok birîndar bûn.

(mh/fr)