ˋHewldanên agirbestekê li herêmên Minbic û Kobanê bi ser neketinˊ

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ragihandina agirbestê li herêmên Minbic û Kobanê bi ser neketin.

ˋHewldanên agirbestekê li herêmên Minbic û Kobanê bi ser neketinˊ
16 kanûn, 2024   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê mijara agirbestê bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re û navbeynkariya Amerîkayê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobanê, ji ber nêzîkatiya Tirkiyeyê li hember hewldanan û dûrketina ji qebûlkirina nuqteyên wê yên sereke, bi ser neketin. Ew navbeynkarî ji bo veguhastina şervanên Meclisa Leşkerî yên mayîn û sivîlên di Minbicê de asê mane û yên dixwazin vegerin herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara veguhastina termê Silêman Şah li cihê wê yê berê bûn.

Tevî hewldanên Amerîkayê yên sekinandina şer, lê dewleta Tirk û çeteyên wê di van demên dawî de êrişên xwe didomînin."

(fr)