ˋGotinên Rêber Apo pusuleya jiyanê û bangeke durist a aştiyê neˊ

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku nêrîna Rêber Apo ya piştî 26 salan ji bo wan çirûska hêviyê ye û got "Gotinên Rêber Apo pusuleya jiyanê û bangeke durist a aştiyê ne."

ˋGotinên Rêber Apo pusuleya jiyanê û bangeke durist a aştiyê neˊ
10 tîrmeh, 2025   07:55
HESEKÊ
EBUDLXENÎ EL HAMAN

Piştî 26 salan cara yekemîn e ku Rêber Abdullah Ocalan bi dîmen û deng bang li gelên herêmê dike. Ev bang di çarçoveya însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de ya ku Rêber Apo di 27`ê Sibatê de dabû destpêkirin e. Gotinên wî xwedî nameyên siyasî û mirovî yên kûr in û tê de bal dikişîne ser pêwîstiya pêkanîna "gavên pratîze" û ev qonaxa heyî "bi dîrokî û çarenûsî" diwesifîne, ku divê şer û nakokî bi dawî bibin, diyalog, azadî û rûmet serwer be.

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, bi gotin û axaftina Rêber Abdullah Ocalan gelek kêfxweş bûn. Şêniyan diyar kir ku piştî zêdetirî 25 salan tecrîdkirin, axaftina wî hêviyeke nû

ˋHER GOTINEK JI BO ME PUSULE YEˊ

Di nêrînên meydanî yên ku nûçegihanê de girtin de nivîskar û rewşenbîr Idrîs El Yûnis diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ronahiya di tariyê de ye û ev tişt anî ziman: "Her gotinek wî ji bo me pusuleya ber bi rêya rast ve ye. Ruxmî qeyd û ragirtinê, lê hîna dengê wî digihîne her mal û dilekî. Em bawer in ku ew xwedî wê şiyanê ye ku hevsengiyê li vê herêmêa tevlihev vegerîne."

ˋEM CAREKE DIN ŞIYAR BÛN… JIN DILÊ ŞOREŞÊ YEˊ

Çinar El Yûsif jî diyar kir ku gotinên Rêber Abdullah Ocalan nêzî dilê jinan bû û wiha domand: “Di her bangek Rêber Abdullah Ocalan de, ez hîs dikim ji nû ve têm vejandin. Banga wî piştî 26 salan, hêviya me vegerand. Em hêz ji fikrên wî werdigirin. Em soz didin ku ser şopa wî bin. Wî fêrî me kir ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye. Wî îro destnîşan kir ku di dîroka rizgariyê de birêxistinkirina jinan, çeka herî bi hêz e.”

ˋBELGEYEKE DÎROKÎ YEˊ

Omer Kemal Şêxmûs jî bi vî rengî behsa hestên xwe kir: "Bi vî temenî min gelekî tişt dîtin, lê ji dema min fikra Rêber Apo nas kiriye ve jiyana min hat guhertin. Ew tenê dikare me di bin ala aştî û berxwedanê de li hev bicivîne. Banga îro weke belgeyeke dîrokî diwesifînim û tê de encama salên têkoşîn û fedakariyê hene. Rojekê jî bi xwe nefikirî, berevajî di oxira gelên herêmê de fedakarî kir."

ˋKÊLIYEKE ÎSTISNA YEˊ

Esrarî El Tame banga Rêber Apo bi kêliyek îstîsna di jiyana xwe de wesif kir û got: "Her gotinek Rêber Apo kiriye, min hîs kir ji bo min e. Ew jinê dilê şoreşê û ruhê wê dibîne. Em jî wî hêvî û rûmet dibînin. Banga îro di dilê her jineke azad de ku baweriyê bi maf û rûmeta xwe tîne rehjenek e."

ˋNE ROJEKE NORMAL E, LÊ DI HIŞ DE PÊVAJOYEKE GIRÎNG Eˊ

Şêniyên bajêr diyar kir ku ev ne rojeke normal e û dê ji bîr nekin. Derketina Rêber Abdullah Ocalan, ji wan re hêvî ye ku têkoşîna ji bo avakirina siberojeke demokratîk, aştiyane û edaletê bidomînin.

(şx/fr)

ANHA