Barrack: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe

Balyozê DYA'yê yê Enqereyê û nûnerê taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack îşaret bi pêvajoyê kir û got "Ev gaveke mezin e û tişta em dibînin ew e ku hemû herêm guheriye. Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tev li artêşê bibe."

Barrack: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe
9 tîrmeh, 2025   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li Qesra Tişrînê ya li Şamê hevdîtinek pêk hat. Balyozê DYA'yê yê Enqereyê û di heman demê de nûnerê taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack jî beşdarî hevdîtinê bû.

Piştî hevdîtinê Thomas Barrack ji North Pressê re axivî. Barrack got: "Aştiya li Tirkiyeyê bandorê li rewşa Sûriyeyê dike û diviyabû ev beriya nihe hatibûna avêtin. Ez ji ber qewimînên li Tirkiyeyê kêfxweş dibim. Ev gaveke mezin e û tişta em dibînin ew e ku hemû herêm guheriye. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şirîkeke girîng a hikumeta DYA'yê ye û li dijî DAIŞ'ê şer kiriye. Em rêzeke mezin li wan digirin û dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tev li artêşê bibe."