ˋEm hêzek ji civakê ne, parastina wê erka me yeˊ

Bi boneya derbasbûna 12ˊyemîn salvegera damezrandinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Stadyûma Şehîdên 12ˊyê Adarê ya Qamişloyê şehiyek li dar xist. Di şahiyê de hat gotin ku "12 salên têkoşînê îsbat kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne desthilatek e di ser civakê re ye, lê hêzek ji wê ye û pabendî parastina wê ye."

31 cotmeh, 2025   22:21
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê êvarê li Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê ya bajarê Qamişloyê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 12ˊyemîn şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê, endamên Nivîsgehên Operasyonan, Têkoşîna Dijî Sûcên Birêxistinkirî, Têkoşîna Dijî Hişbirê, Hawarî, Trafîk, Beşa Têkoşîna Dijî Terorê û xelkê bajêr amde bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê alên hêzan û wêneyên şehîdên di oxira parastina civakê de canê xwe daye, hatin hildan.

Dûre stran ji hêla hunermend Îmad Kamlo, Mihemed Kamlo, Mueyed Şiwêş ve hatin pêşkêşkirin.

Girêdayî mijarê, endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin a kantona Cizîrê Helat Mihemed di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina hêzan li tevahî gel pîroz kir û got: "Di destpêka damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de me zehmetî û astengiyên wekî rûbirûbûna êrişên çeteyên DAIŞˊê, Cebhet El Nusra û dagirkeriya Tirk kişandin. Lê rûbirûbûna van zehmetiyan hêz û îsrar da me ku em bigihînin roja îro. Me bi dehan dest pê kir û niha bi hezaran in."

Helat bal kişand ser ku "12 salên têkoşînê îsbat kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne desthilatek di ser civakê de re, lê hêzek ji wê ye û pabendî parastina wê ye. Em îro têkoşîna ku hevrêyên me yên şehîd bi ruhê berpirsiyartiyê û aîdiyetê dest pê kiriye, dewam dikin."

Helat di berdewamê de anî ziman ku dê pêvajoya bê bibe şahidê pêşdeçûnên têkildarî şiyanên rêxistinî, rola jinê di cihê biryardanê de xurt bibe.

Di dawiyê de Helat got ew li ser soza xwe ya daye şehîdan e ku armancên wan pêk bînin, ewlehî û aştiyê li tevahî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bikin.

Şahî bi atmosfêrek kêfxweşî û diruşmên têkildarî serkeftin û berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA