ˊTu karê Tirkiyeyê bi hilbijartinên me tune yeˊ

Xelkê bajarê Tirbespiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên leşkerî krîza Sûriyeyê girêktir dike û hilbijartinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karekî Sûriyeyî ye û tu têkiliya dewleta Tirk pê tune ye.

ˊTu karê Tirkiyeyê bi hilbijartinên me tune yeˊ
2 hezîran, 2024   11:24
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bêmirov nuqteyên li kantona Cizîrê bombebaran kirin. Ev êriş, piştî berpirsên tirkan daxuyanî da ku êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin ku hilbijartinan asteng bikin, pêk hatin.

Pêkhateyên Tirbespiyê yê kantona Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dijberiya tevahî projeyên demokrasiyê li herêmê dike û krîza Sûriyeyê girêktir dike.

Şêniyê bi navê Receb Misqal Receb ji pêkhateya Ereb got: "Hilbijartinên bê karekî Sûriyeyî ye û tu têkiliya dewleta Tirk a dagirker bi kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê tune ye."

Receb wiha domand: "Em pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tevahî êrişên derve disekinin û em ê di pêşxistina saziyên xwe de û lidarxistina hilbijartinan de dewam bikin."

Yasmîn Xelîl jî destnîşan kir ku kesên dijberî hilbijartinan ji yên êriş dikin ne cuda ye û got: "Yên destekê didin dagirkeriyê û dijberiya hilbijartinan dikin di sûcên li dijî sivîlan de hevkar in."

Yasmîn wiha domand: "Rêveberiya Xweser bi fedakariya şehîdan hat avakirin û em nahêlin tu kes rêveberiya me têk be."

Îsa Denho yê ji pêkhateya Suryan anî ziman ku sedema sereke ya krîza Sûriyeyê dewleta Tirk e û ji bo girêkbûna krîzê destwerdanê li kar û barên hundirîn dike, ev êrişên dawîn jî nîşaneya dijberiya wê ji tevahî projeyên çareseriyê li Sûriyeyê ye.

Denho diyar kir ku ew li dijî xeteriyên derve ne û di pêşxistina Rêveberiya Xweser û lidarxistina hilbijartinan de bi çi berdêlî dibe bila bibe, dewam dikin.

(fr)