Hêzên Îranê kolberek kuşt û avêt avê

Hêzên dewleta Îranê li Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kir, piştre jî cenazeyê kolber avêtin avê.

Hêzên Îranê kolberek kuşt û avêt avê
2 hezîran, 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Îranê yên li dijî kolberan bê navber dewam dikin, li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di 31’ê Gulanê (2024) de, hêzên Îranê li sînorê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kirine. Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolberê bi navê Rehîm Îbrahîm jiyana xwe ji dest daye.

Piştî kolber hat qetilkirin, hêzên Îranê cenazeyê Rehîm avêtin avê.

Kolber Rehîm Îbrahîm xelkê gundê Wilîû yê bajarê Serdeşê ye û bavê 3 zarokan e. Li gorî agahiyan piştî 24 saetan, cenazeyê Rehîm ji aliyê xelkê herêmê ve li nav avê hate dîtin û derxistin.

Hêjayî gotinê ye ji serê salê ve, herî kêm 37 kolber û kasibkarên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, yan jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.