ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ

Rêxistinên jinan û saziyên sivîl sûca qetilkirina fermandar Zelal Zagros li Kerkûkê şermezar kir û bang li jin û ciwanên Kurd kir ku tev li refên berxwedanê bin û di oxira tolhildana şehîdan de tê bikoşin.

ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ
ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ
ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ
ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ
ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ
ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ
ˊEm ê tolê ji kujerên Zelal Zagros hilîninˊ
20 ÇILE, 2024   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya daxuyaniyên şermezarkirina siûqastkirina fermandar û çalakvana şoreşger Zelal Zagros (Firyal Silêman) li Kerkûkê de di 18ˊê Çileyê de Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê bi beşdariya dehan jinan, nûnerên meclisên herêmî di saziyên sivîl ên li rojhilatê Dêrazorê de daxuyaniyek da.

Kombûnê sûcê qetilkirina fermandar Zelal weke parçeyek ji sûcên niha li dijî jin û çalakgerên siyasî pêk tên bi nav kir.

Kombûnê dijberiya hin aliyên hewl didin doza rizgarkirina jinan têk bibin, şermezar kir û got ew ê rêça şehîdan bişopînin û mîrasên wan biparêzin.

HEVBENDIYA NADA

Hevbendiya NADAˊyê bi boneya salvegera 6ˊan a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de di ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve 6 sal derbas bûn û êdî Efrînê bûye qada şanoya sûcên dewleta Tirk.

Di daxuyaniya hevbendiyê de hate gotin Enqere bi şewitandina Efrînê û dagirkirina wê nekir, lê belê hişt ku xelkê wê bi darê zorê ji bajarê xwe derkevin.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku siûqastkirina çalakgeran, herî dawî siûqastkirina fermandar û şoreşger Zelal Zargors li Kerkûrê êşeke nû li êşên jinên di oxira azadiya xwe de tê dikoşin zêde dibe.

Hevbendiyê bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî bin û dengê xwe bigihînin tevahî jinên li herêmê û di oxira azadiya xwe de tê bikoşin. Her wiha bang li sazî, aliyên herêmî û navneteweyî yên têkildar kir ku van sûcan aşkera bikin û sûcdarên şer çi li Sûriye, Tirkiye, Filistîn, Sûdan, Yemen û li bajarên din hesab bikin.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firaêt bi daxuyaniyekê sûca qetilkirina fermandar Zelal şermezar kir. endamê meclisa Darya Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin Desthilata AKP-MHPˊê êdî li ser cîhanê bela ye, li dijî gelê Kurd komkujî û siyasetên qirkirinê dimeşîne, ji 2013ˊyan û heta niha ve sûcên qirkirinê li dijî jinên siyasetmedar û şoreşger dewam dike.

Meclisê da zanîn ku li Parîsê di 9ˊê Çileya 2013ˊyan de li dijî hevrê Sara, Ronahî û Rojbînê komkujiyek pêk anîn û heta niha bi dehan komkujî li dijî jinên şoreşger û siyasetmedar li Ewropa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gel, jin û ciwanên Kurd kir ku serî hildin, berxwedan û têkoşînê di oxira azadiyê de mezin bikin, bi hemû hêza xwe bersivê bidin plan û siyasetên dewleta Tirk a dagirker.

DIRBÊSIYÊ

Li aliyekî din jî Kongra Star sûca qetilkirina Zelal Zargros bi daxuyaniyekê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê şermezar kir. Di daxuyaniyê de têkoşîna şehîd Zelal di oxira welat û gelê xwe de ku azadiya xwe û jinê bi dest bixin bi bîr xist.

Di dawiyê de Kongra Star bang kir ku sûcdarên van komkujiyan aşkera bikin û ceza bikin û soza da ku ew ê têkoşîna xwe li rêça şehîdan dewam bikin û tola wan hilînin.

REQA

Têkildarî mijarê, jinên kantona Reqayê li Qada Jina Azad a Reqayê hemwextî salvegar 6ˊan a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê û şermezarkirina sûca qetilkirina Zelal Zargorz çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya ya Reqayê Buseyne El Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker hewl dide şoreşa jinê û projeya demokratîk ku êdî li ser AKPˊê û tevahî rejîmên kapîtalîst xeter e têk bibin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku siûqastkirina têkoşer Firyal Silêman Xalid ku sembola azadî, berxwedanê û meşaleya ronîkirina rêyên gelan bû, sûcekî derexlaqî û dermirovî ye.

Di dawiyê de hate gotin ew ê li ser şopa şehîdan, bi taybet şehîd Zelal bimeşin, şoreş û destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine biparêzin.

(fr)

ANHA