ˊEm ê heta pêkanîna armancên xwe rêça şehîdan bişopîninˊ

Jinên bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê li dijî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna armancên xwe rêça şehîdên xwe bişopînin.

28 tebax, 2024   20:48
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-EHMED SEMÎR

Îro li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan û geraca otubîsan a li taxa Enteriye ya li rojhilatê Qamişloyê teqiya, di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hecar Ednan Silêman (24) şehîd bûn.

Der barê sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker de gelek jinan ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku ew li ser şopa şehîdan têkoşînê dewam dikin.

Cîranê şehîd Xalîde, Emîne Salih peyamek xîtabî hêzên navneteweyî kir û got: "Çima hûn çav ji êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker re yên li dijî me digirin. Îro cîrana min û kurê wê şehîd bûn. Cîranê min çek hilnegirtibû û gef li kesekî nexweribûn."

Emîne wiha got: "Divê hêzên navneteweyî erkên xwe pêk bînin û qanûnên wê li ser kaxezê nemînin û van qanûnan tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar neynin. Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê sûcan pêk tîne."

Emîne wiha pê de çû: "Em şehîdên xwe bi tiliyan oxir dikin. Ji ber ku ew di oxira azadî û mirovahiyê de şehîd dibin. Ji lew re em ê berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin."

Samiya Xelîl sûc û êrişên dagirkeriyê li ser herêmê şermezar kirin û got: "Dagirker dixwaze vîn û îsrara me ya berxwedanê û têkoşînê li dijî xeteriyên li ser herêmên me bişikîne."

Samiya wiha domand: "Em soz didin şehîdan, welatparêz û tevahî jinan ku em ê di qirkirina dagirkeriya Tirk de strî bimînin û em ê li ser soza xwe ya me dayî bin. Em kêliyekê jî ji bo pêkanîna erkên xwe xwe dudilî nabin."

Welatiya bi navê Emel Şemdîn jî got: "Em ê li hember fedakariyên şehîdên xwe wefadar bin."

Leyla Hacî Hisên jî diyar kir ku dewleta Tirk bi dehan caran û bi rêyên hovane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û got: "Ev sûc li pêş çavên aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bêyî tu helwestekê pêk hat."

Leyla bang li tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku dakevin meydanan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker derkevin.

(fr)