ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di civîna li kantona Minbicê hatiye lidarxistin de destnîşan kir ku ew ê gerlê xwe ji êrişan biparêzin.

ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
ˊEm ê gelê xwe ji êrişan biparêzinˊ
28 gulan, 2024   18:50
MINBIC

Civîn li hola Meclisa Gelan a bajarê Minbicê li dar ket. Di civînê de Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspî beşdar bûn. Di civînê de geşedanên herêmê û yên pêşerojê hatin nîqaşkirin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan li ser siyasetên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bênavber herêmê hedef digire. Bi mewsima çinînê re êriş giran kirin. Ev jî dijminatiya wê ya li dijî gel aşkera dike."

Hemdan destnîşan kir ku meclis her tim amade ye li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekine û diyar kir ku şervanên meclisê hêza xwe ji gelê herêmê digirin.

Bi hatina werza çinînê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agir berda zeviyên çandiniyê yên nêzî eniyên şer ên gundewarê Minbicê, her wiha wan ew zevî topbaran dikir. Di encamê de bi hezaran hêktar û bi hezaran darên zeytûnan şewitîn.

Beşdarên civînê diyar kir ku ji bo têkbirina êrişan û pêkanîna serkeftinê şêniyên Minbicê li kêleka şervanên xwe ne.

(mh)

ANHA