20 hêktarên zeviyên Minbicê şewitîn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca zevî bişewitin gundên Minbicê topbaran kirin, di encamêd e 20 hêktar zeviyên li gundewarên kantona Minbicê şewitîn.
![20 hêktarên zeviyên Minbicê şewitîn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202405/image_870x_66560709cc227.jpg)
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundê Kirêdiyê û Boxaz û Buwêhic ên Minbicê xist.
Agir ji gundê Kirêdiyê ber bi gundên Boxaz, Til Torîn û Ceblet El Hemra ve çû. Navendê diyar kir ku rûbera zeviyên şewitiye nêzî 20 hêktaran e û tîmên agirkujî hewl da agir vemirînin.
Li gorî navendê, dagirkeriyê di meha Gulanê de zêdetirî hezar hawin û top avêtin gundên Minbicê û zeviyên çandiniyê şewitandin.
(fr)