ˊBi azadî dengê xwe bidinˊ

TEV-ÇANDˊê bi 5 zimanan strana ˊBi azadî dengê xwe bidinˊ derxist. Di stranê de bang li pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin.

ˊBi azadî dengê xwe bidinˊ
11 gulan, 2024   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Ermenî û Turkmenî strana ˊBi azadî dengê xwe bidinˊ derxist.

Stran ji berhema TEV-ÇAND û hevkariya saziyên çandê yên Kurdî, Erebî, Suryanî, Ermenî û Turkmenî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Duh stran li ser ˊyoutubeˊ bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Ermenî û Turkmenî hat parvekirin û tê de bang li pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin.

Dê hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 11ˊê Hezîranê de bên lidarxistin.

(fr)

ANHA