ˊ Yekitiya neteweyî dikare li hember tevahî xeteriyan bisekineˊ

Serokê Meclisa Êla Ereb a Tey destnîşan kir ku yekitiya neteweyî dikare li hember tevahî xeteriyên derve bisekine. Serokê Êla Tey got modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareya herî guncaw ji bo krîza Sûriyeyê ye.

ˊ Yekitiya neteweyî dikare li hember tevahî xeteriyan bisekineˊ
29 nîsan, 2024   06:50
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Di dema dawîn de rejîmên derve hewl da di navbera pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de fitneyê derxin. Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker binesaziya herêmê û gundên li eniyên şer hedef girtin.

Serokê Meclisa Êla Tey li Sûriyeyê Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman axivî û got: “Ji hezaran salan ve pêkhateyên herêmê bi hev re bi awayekî hevbeş dijîn. Gelek tecrûbeyên dîrokî yên van pêkhateyan jî hene ku bi yekitiya xwe metirsiyên derve têk birin.”

Ebdurehman der barê vê yekê de mînakek da û wiha domand: “Di şoreşa Biyandor de pêkhateyên Kurd û Ereb li hember mêtingeriya Fransayê bûn yek.”

Di Tîrmeha 1923'yan de jî hejmareke mezin ji eşîrên Kurd û Ereb ên kantona Cizîrê li dijî leşkerên artêşa Fransayê li gundê Biyandor êriş pêk anî. Di wê yekê de 3 serbazên Fransayê û nêzî 41 leşkerên wê hatin kuştin.

Ebdurehman wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê gelek aliyên derve û çeteyan ve hatin hedefgirtin. Armanc jî lewazkirina civaka hevgirtî ye. Di wê demê de fikrên Rêber Abdullah Ocalan derket. Ev fikr jî bû nimûneya çareserkirina pirsgirêkên herêmê û rêbaza parastina yekitî û hebûnê."

Ebdurehman diyar kir ku îro di nav Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de Kurd, Ereb û Suryan bi yekrêziyekê li hember metisiyên derve disekinin her wiha di saziyên Rêveberiya Xweser de jî biratiya hevbeş heye û got: "Em dizanin ku ev ne tenê ji bo Sûriye, her wiha ji bo Rojhilata Navîn bi giştî nimûne ye."

Ebdurehman wiha pê de çû: "Ji aliyên derve û alîgirên wan ên li Dêrazorê ve hewldan hebûn ku di nava pêkhateyan de fitneyê derxin. Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker êriş pêk anîn. Lê li hember van hewldan û êrişan hemû pêkhateyan li ber xwe da û bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan plan hatin têkbirin."

Ebdurehman destnîşan kir ku hin aliyan der barê nebûna nûnerên eşîrên Ereb û ji wan êla Tey sûdê wergirtin û vê yekê bi kar bînin. Lê damezrandina Meclisa Êla Tey bersivdanek bû. Her wiha Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî jî bersiv da van hewldanan.

Di 18'ê Adarê de eşîrên Ereb ên êla Tey (eşîra El Yesar, Benî Seba, Sade Bo Salim, Bo Asî, Diyabat, Herît, Sade El Muamra, Xename, Meşarfe û Esaf) Meclisa Êla Tey li kantona Cizîrê damezirand.

Ebdurehman der barê efûya Rêveberiya Xweser a di cejna Remezanê de bi gaveke erênî wesif kir û bang li aliyên berpirs kir ku efûyek din derxin û got: "Hemû ji vê xakê ne û erkê me ye ku em rêya rastîn li ber wan nîşan bidin da ku di civakê de çalak bin."

Ebdurehman bang li pêkhateyên herêmê kir ku pabnedî biryarên Rêveberiya Xweser bin û got: "Ew biryar ji bo rêxistinkirina civakê û pêşxistina wê ne."

(mh)

ANHA