ˈEm ê av û rûmeta xwe biparêzinˈ

Şêniyên Kobanê biryardariya xwe ya parastina Bendava Tişrînê anî ser ziman û got "Em hatine vir da ku ava xwe û rûmeta xwe biparêzin."

ˈEm ê av û rûmeta xwe biparêzinˈ
16 ÇILE, 2025   14:28
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên Kobanê yên li Bendava Tişrînê nobeta parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin, êrişên li ser bendavê şermezar kirin û diyar kir ku parastina avê erkek e ku dikeve ser milê her kesî.

Jina bi navê Sûad Şêx Dumer ji bajarê Kobanê ye tevî karwanê gel ê kantona Firatê çûbû bendavê, got: "Em gelê Kobanê ji bo parastina wê çûbûn bendava xwe. Lê dewleta Tirk a dagirker bihostek exlaqê li cem wê nine, me asteng kirin û êrişî karwanê gel kir. Ji ber êrişê hejmarek şênî şehîd û birîndar bûn. Xwest bi vê êrişî gelê Kobanê bitirsîne."

Dewleta Tirk a dagirker duh li ser rêya Sirîn û Bendava Tişrînê karwanê gelê kantona Firatê yê diçû bendavê bombebaran kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û 3 şênî jî birîndar bûn. Dema ku karwanê gel gihaşt bendavê dewleta Tirk careke din êrişî kir. Di encamê vê êrişê de jî 3 şênî şehîd bûn û 7 jî bi giranî birîndar bûn.

Sûad Şêx Dumer got: "Em ji dewleta Tirk a dagirker natirsin. Em ji bo parastina ava xwe û rûmeta xwe hatine vir. Xeyalên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê hatin têkbirin û wê li Bendava Tişrînê jî werin têkbirin."

Jina bi navê Mehbûbe Botan jî got: "Dema em gihiştin Bendava Tişrînê dewleta Tirk a dagirker êrişî me kir û hejmarek kes şehîd bûn. Tevî êrişî jî me meşa xwe berdewam kir, ji ber ku em mafdar in em bendava xwe terik nakin."

Ciwanê bi navê Behrî Ehmed Ferec bi bîr xist ku çeteyên DAIŞˈê di sala 2014ˈan de hatin qedandin û dê çeteyên Erdogan jî têk bibin.

Behrî Ferec diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê piraniya gel bê av û bê ceyran e û wiha dom da axaftina xwe: "Parastina av û ceyranê erkeke ji her kesî tê xwestin û li gorî qanûnên navneteweyî mafekî rewa ye."

Behrî Ferec sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hêvî kir û got: "Em ji mirinê mezintir in."

Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 9ˈan de dewam dike. Nobedaran di saetên sibehê de dest bi paqijkirina bendavê ji bermahiyên êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê kir.

(bb)

ANHA