ˈEm destekftiyên xwe terk nakinˈ

Şêniyên kantona Cizîrê yên ku ber bi Bendava Tişrînê ve dimeşin, peyama hevgirtina gelan a li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryardariya parastina bendavê da.

ˈEm destekftiyên xwe terk nakinˈ
ˈEm destekftiyên xwe terk nakinˈ
ˈEm destekftiyên xwe terk nakinˈ
ˈEm destekftiyên xwe terk nakinˈ
ˈEm destekftiyên xwe terk nakinˈ
28 ÇILE, 2025   14:20
HESEKÊ

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, çalakiya nobedariyê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya parastina Bendava Tişrînê di roja 21ˈan de dewam dike. 

Vê sibehê bi sedan şêniyên kantona Cizîrê ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê ber bi bendavê ve bi rê ketin.

Cîhan Xalid a ji bajarê Hesekê ku diçe Bendava Tişrînê got: "Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya QSDˈê bikin. Mirin carek e, lê berxwdan jiyan e. Em ji dû xeta şehîdên xwe venagerin."

Şêxmûs Qenco jî yê ji Hesekê anî ziman ku Bendava Tişrînê remza rûmeta gelê herêmê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bendav bi xwîna şehîdan rizgar bûye, em ê nehêlin dewleta Tirk a dagirker wê dagir bike. Em ê li hemberî dagirkerî û êrişan xwe bikin mertalên zindî. Wê serkeftin a me be."

Gulçîn Ehmed ya ji heman bajarî jî re wiha bi lêv kir: "Ji bo parastinê berê me li Bendava Tişrînê ye. Em ji balafirên dagirkeran natirsin. Em ê heya dilopa dawîn a xwînê li dû hêz û şehîdên xwe bin."

PEYAMA TIL BIRAKÊ; PIŞTGIRÎ DEWAM E

Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Wenas El Ebdullah êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û wiha got "Bendava Tişrînê bendava berxwedanê û ya şehîdan e. Em dê ji bo pûçkirina planên dagirkeran piştgiriya QSDˈê bikin. Ev der Sûriyeyê ye, em destwerdanên derve li axa xwe qebûl nakin."

Îvan Selîm jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker yekitiya pêkhateyên herêmê dike armanc û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê Kurd bi salan bibû hedefa dewleta Tirk a dagirker. Îro jî ji ber têkiliyên xurt ên di navbera gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de erebî jî tên hedefkirin. Bendava Tişrînê sembola berxwedan û têkoşînê ye, em ê bi hemû hêza xwe parastina bendava xwe bikin."

Endama Meclisa Bajarê Til Birakê Mence Xalid jî piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û diyar kir ku dê heya dilopa dawî ya xwînê têkoşîna azadiyê bidomînin.

ŞÊNIYÊN DIRBÊSIYÊ: VÎNA GEL JI ÊRIŞAN BI HÊZTIR E

Xelîl Qado yê ji bajarê Dirbêsiyê destnîşan kir ku Bendava Tişrînê malê tevahî gelê Sûriyeyê ye û anî ziman ku îradeya gel herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bihêztir e.

Jina ciwan a bi navê Nûr Ebas diyar kir ku gelê li bendavê şerê gel ê şoreşgerî dimeşîne û da zanîn ku dê destkeftiyên şoreşê biparêzin. Nûr Ebas got: "Gelê herêmê ji dagirkeran natirse."

Jina bi navê Cîhan Derwîş diyar kir ku berxwedana şêniyan a li bendavê peyameke zelal a têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker e.

GELÊ TIL TEMIRÊ: TEVÎ ÊRIŞAN JÎ EM Ê HERIN BENDAVA BERXWEDANÊ

Şêniyê bi navê Berces Îbrahîm ê ji Til Temirê ku ev du caran diçe bendava Tişrînê jî got: "Em ji balafirên dewleta Tirk a dagirker natirsin. Em ê bi xwîna xwe bendavê biparizin. Êriş çi qasî dijwar bin jî em bendavê terik nakin."

Şêniya bi navê Boza Salih jî diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hêza xwe ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin, dê  destûr nedin dewleta Tirk a dagirker ku ewlehiya herêmê ya ku bi saya keda şehîdan hatiye mîsogerkirin, xirab bibe. Boza Salih got: "Ji bo parastina erd û rûmeta xwe em diçin Bendava Tişrînê."

Şêniyê bi navê Lazgîn Paşo bal kişand ser girîngiya parastina bendavê û jêderên xizmetguzarî û ceyranê û ev peyam da: "Çi qasî êrişên giran bin jî em ê têkoşîna parastina destkeftiyên xwe berdewam bikin."

(bb)

ANHA

dirbêsiyê

hesekê

til temir