ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ

Di merasîma xiyabî ya gerîla şehîd Şiyar Efrînê de dayika şehîd got: "Şehadeta kurê min serkeftinek mezin e."

ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
ʹŞehadeta kurê min serkfetinek mezin eʹ
21 îlon, 2024   16:18
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayê HPGʹê şehîd Şiyar Efrîn ku di Tîrmeha 2024ʹan de di berxwedana li dijî êrişên delweta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû de, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm li qada şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya xelkê û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û hêzên leşkerî hat lidarxistin.

Di merasîmê de fermandara hêzên leşkerî yên Helebê Sariya Efrîn axivî û got: "Ruxmî bikaranîna tevahî çekên qedexekirî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têkoşîna gel dewam dike. Her wiha dagirkeriya Tirk pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike."

Sariya wiha domand: "Gerîla bi ruhê xwe yê fedayî hebûna Kurdî û nirxên şehîdan diparêze. PDKʹê jî bi hêsanî xaka Kurdistanê radestî dagirkeriyê dike û bazariyê bi xwîna gel dike."

Rêvevberê Meclisa Malbatên Şehîdan Henan Kurdo axivî û got: "Li dijî me gelek komployan pêk tînin, mîna li dijî Rêberê me kirine. Lê bi têkoşîna me ya li ser rêça Rêbertî dagirker û alîgirên wî nikarin têkoşîna me ya rizgariyê têk bibin."

Dayika fermandar Şiyar Efrîn, Emîne Îsmaîl got: "Şehadeta kurê min serkeftinek mezin e."

Emîne xîtabî Erdogan û Masûd Barzanî kir û got: "Ger îhtîmaliya tesfiyekirina tevgera rizgariya Kurdistanê hebe mîna ku dewleta Tirk xeyal dike, ew di serdemê şehîd Hakî Karar de dema hejmar kêm bû de pêk nehat, ne îro ku bi hezaran şervan hene."

Îsmaîl di dawiyê de got: "Ez ê rêça kurê xwe û tevahî şehîdan heta serkeftinê bişopînim."

Merasîm bi silogana şehîd namirin bi dawî bû.

(fr)

ANHA