ʹJi bo azadiya Rêbertî divê em derbasî qonaxeke bihêztir bibinʹ

Li bajarê Dêrikê der barê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de semînerek hat dayîn. Beşdarên semînerê got pêwîstî bi veguhastina li qonaxeke bihêztir heye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

ʹJi bo azadiya Rêbertî divê em derbasî qonaxeke bihêztir bibinʹ
ʹJi bo azadiya Rêbertî divê em derbasî qonaxeke bihêztir bibinʹ
ʹJi bo azadiya Rêbertî divê em derbasî qonaxeke bihêztir bibinʹ
ʹJi bo azadiya Rêbertî divê em derbasî qonaxeke bihêztir bibinʹ
ʹJi bo azadiya Rêbertî divê em derbasî qonaxeke bihêztir bibinʹ
16 îlon, 2024   17:02
QAMIŞLO

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dêrikê ji xelkê bajarê Dêrik û gundewarên Berav û Koçerat re der barê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan semînerek da. Di semînerê de xelkê bajêr, rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Dêrikê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hazir bûn.

Endama PYDʹê ya Dêrikê Ahîn Mihemed semîner bi rê ve bir. Ahîn diyar kir ku divê rûbera çalakiyan were firehkirin û ber bi qonaxeke bihêztir ve were veguhastin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger be.

Ahîn destnîşan kir ku li hember hemû hewldan û kampanyayên ku gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, pêwîstî bi yekkirina rêzan û rûbirûbûna pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî wî û pûçkirina planên ku azadiya fîzîkî û felsefeya wî dikin hedef heye.

Ahîn wiha domand: "Divê gelê me seferberiya giştî ragihîne û di bin diruşma ʹJi Rêber Abdullah Ocalan re azadîʹ tev li hemû çalakiyan bin. Ji ber ku bi fikir û felsefeya Rêbertî dê aştî ji tevahî civakan re misoger be."

Semîner bi diruşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, bi dawî bû.

(fr)

ANHA