ʹDivê pergala êşkence û qirkirinê were bidawîkirinʹ

Kesayetên ku bi Rêber Abdullah Ocalan rûniştine di hevdîtina xwe de ya bi Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê re bang kir ku bi rêya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî astengiyan têk bibin.

ʹDivê pergala êşkence û qirkirinê were bidawîkirinʹ
ʹDivê pergala êşkence û qirkirinê were bidawîkirinʹ
ʹDivê pergala êşkence û qirkirinê were bidawîkirinʹ
ʹDivê pergala êşkence û qirkirinê were bidawîkirinʹ
22 cotmeh, 2024   21:56
QAMIŞLO

Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi welatiyên ku bi Rêber Abdullah Ocalan rûniştine, li Meclisa bajarê Eyn Dîwarê yê gundê Bana Qesrê yê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê hevdîtinek pêk anî.

Şandeya însiyatîfê ji herdu endamên wê Necah Gulo û Fuad Çolî pêk hat bi Meyade Elî, Ebdurehîm Mihemed û hin kesayetên din re ku di demên cuda yên berî komployê de bi Rêber Abdullah Ocalan re li Sûriyeyê rûniştine, hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku revandina Rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina îradeya gelên azadîxwaz e.

Her wiha welatiyan teqezî bi domandina çalakiyên ji bo rawestandina pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji gelek salan ve dewleta Tirk a dagirker pergala qirkirin û êşkenceyê li girtîgeha Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin û têkiliya wî bi cîhana derve re qut kiriye.

(mh)

ANHA