ʹ2 DAIŞʹiyên ji herêmên dagirkirî hatine, hatin girtinʹ

QSDʹê diyar kir ku 2 çeteyên DAIŞʹê, yên ji herêmên dewleta Tirk a dagir kirine hatibûn ku êrişên terorîst pêk bînin, li gundewarên Hesekê hatin girtin.

ʹ2 DAIŞʹiyên ji herêmên dagirkirî hatine, hatin girtinʹ
9 îlon, 2024   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî girtina çeteyên DAIŞʹê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSDʹê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya oparasyonên xwe yên ewlehiya yên berdewam ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞʹê yên terorîst de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên hêzên me (QSD) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 operasyonên ewlehî pêk anîn. TOLʹê ew operasyon li gundewarê Hesekê pêk anîn û di encamê de 2 terorîstên ji şaneyên rêxistina DAIŞʹê ya terorîst hatin girtin.

Operasyona yekemîn li gundê Erîşa yê gundewarê Hesekê pêk hat. Hêzan cihê hebûna çeteyê bi navê Mihemed Mihemed ê ji gundê Merîye yê Dêrazorê dorpêç kir û ew çete girt.

Her wiha operasyona duyemîn li gundê Ebyed ê gundewarê Hesekê pêk hat. Hêzan çeteyên bi navê Hisên Mûsa yê ji heman gundî girt.

lêgerînên hêzên me û saziyên îstîxbaratî tevgerên wan her duyan dişopandin. Ew her du çete ji herêmên Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn ku êrişên terorîst pêk bînin, bi taybet teqandina motorsiklêtên bombebarkirî li bajarê Hesekê.

Herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, ji bo endam û serçeteyên DAIŞʹê cihên herî ewle ne. Li wan herêman gelek serçeteyên DAIŞʹê hatin kuştin."

(fr)