ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ

Şêniyên Hesekê bi meşeke girseyî pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê ye.

ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
ˋPeyama Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşînê yeˊ
20 mijdar, 2024   17:17
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê bi dirûşma "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" meşeke girseyî li dar xist û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meşê ji çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi taxa Miftî ve bi rê ket.

Li wir, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hena Mustefa berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got: "Silava Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşîn, xwedî li berpirsiyariyê derketin û xebitîna ji bo pêşerojeke geş e."

Hevserokê PYD'ê ya Hesekê Ferhan Dawûd silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan şandin û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji pergala êşkence û qirkirinê, têkbirina îradeya gelê Kurd e.

Dawûd soza domandina berxwedan û têkoşînê heta têkbirina pergala êşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan, da.

(mh/fr)

ANHA