ˋDivê Sûriyeyeke mafên jinan misoger bike bê avakirinˊ

Jinên beşdarî Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan bûne diyar kir ku divê jin di tevahî qadan de ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku xwe dispêre wekhevî û edaleta civakî hevgirtî bin.

ˋDivê Sûriyeyeke mafên jinan misoger bike bê avakirinˊ
ˋDivê Sûriyeyeke mafên jinan misoger bike bê avakirinˊ
ˋDivê Sûriyeyeke mafên jinan misoger bike bê avakirinˊ
7 ÇILE, 2025   18:27
HESEKÊ

Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan ku Kongra Star li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xistiye dewam dike.

FATME EL ELÎ: DIVÊ JIN DI ALIYÊ SIYASÎ DE WERIN XURTKIRIN

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî axivî û diyar kir ku ev komxebat dikare stratejiyên aktîv ji bo çareserkirina pirsgirêkên li hember jinên Sûriyeyê deyne.

Fatme got pêwîst e jin beşdarî destûra nû bin û di aliyê siyasî de werin xurtkirin, qaûnên ji bo parastina jinan ji tundî û nijdaperestiyê bên derxistin.

REZMIYE MIHEMED: WÊ SÛRIYE BI DESTÊ JINÊN SÛRIYEYÎ WERE AVAKIRIN

Hevseroka TEV-DEMˋê Remziye Mihemed li ser berxwedana jinan di eniyên şer de axivî û got: "Em şehîdên Parîsê û tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin û silavên germ ji YPJˋê û QSDˋê re ku herêmê li dijî êrişên DAIŞˋê û êrişên dewleta Tirk a dagirker diparêzin, dişînin."

Rezmiye diyar kir ku wê Sûriye bi destê jinên endazyar bê avakirin, bi destê bijîşkan ewlehî bê belavkirin û bi pênûsa rewşenbîr û nivîskar û hunermendan dîrok bê nivîsandin.

ARZO TEMO: DIVÊ ZIHNIYETA BAVIKSALARÎ BÊ TÊKBIRIN

Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinan Arzo Temo behsa tundiya li dijî jinan kir û got Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tundiyê gaveke girîng bû.

AYŞE EFENDÎ BERXWEDANA JINA KURD SILAV KIR

Ayşe Efendî berxwedana jinan Kurd a bi dirêjahiya 40 salî silav kir û got Kobanê nakeve û bi saya jinên Kurd nexşeya şer hat guhartin û êriş hatin şikandin.

Çalakger Hêvî Reşîd jî behsa berxwedana xelkê Efrînê li dijî dagirkeriyê kir û got çeteyên dagirkeriyê li dijî Efrîniyan sûcên hovane kirin.

Dûre jinên ji Siwêda û Misrê bi rêya Zoomê beşdar bûn û axivîn. Wan teqezî bi rola jina Sûriyeyê di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de kir.

(fr)

ANHA