ˋHikumeta veguhêz berpirsa êrişa li ser rêya Şam -Siwêdayê yeˊ

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi berpirsiyariya êrişa li dijî erebeya veguhastina rêwiyan li ser rêya Şam-Siwêdayê tawanbar kir û ev êriş bi "karekî terorîst" wesif kir.

ˋHikumeta veguhêz berpirsa êrişa li ser rêya Şam -Siwêdayê yeˊ
28 cotmeh, 2025   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Parêzvanên Niştîmanî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî erebeya rêwiyan li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir û hikumeta veguhêz berpirsa êrişê dît. Fermandariyê destnîşan kir ku "Sûcek nû li sicila terora sîstematîk zêde dibe; çeteyên terorîst ên desthilata terorîst a Colanî erebeya veguhastina rêwiyan ku tê de kesên nexweş hebûn, li ser rêya Şamê li nêzî herêma Murcana ya gundewarê Şamê hedef girt."

Di daxuyaniya fermandariyê de hat destnîşankirin ku "Êrişa tirsonak a li dijî sivîlan li ser rêya wan, xwezaya krîmînalîzekirina van çeteyan ku sivîlan ditirsînin nîşan dide, bi wê yekê hewl dide kaosê belav bikin, îstîqrarê têk bibin û gefan li jiyana sivîlan bixin. Em van êrişên terorane şermezar dikin û pabendiya xwe ya bi parastina sivîlan û bersivdana tevahî şêweyên terorê dubare dikin. Em li hember van bûyeran bê bersiv namînin û rûmeta El Cebel (çiya) û xelkê wê di ser her tiştî re ye."

Di dawiya daxuyaniyê de fermandariyê bîlançoya qurbaniyan aşkera kir ku: "Di encama êrişê de 2 welatî şehîd bûn, di nav de zarok zêdetirî 11 kes birîndar bûn û rewşên hinan giran e."

(fr)