ˋHewcedariya pêvajoya hesas a li Îranê bi tevgereke Kurdî ya hişmend heyeˊ

Lêkolîner û siyasetmedar Zekî Şêxo got, pêşketinên li Îranê dibe ku rê li ber qonaxek nû ji bo pirsgirêka Kurd veke  û bang li hêzên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û di çalakiyên siyasî û dîplomatîk de hişyar bin da ku sûd ji van pêşketinan bigirin.

ˋHewcedariya pêvajoya hesas a li Îranê bi tevgereke Kurdî ya hişmend heyeˊ
11 adar, 2026   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN
DIYAR EHMED

Têkildarî aloziyên siyasî û leşkerî, zextên navneteweyî yên ji ber şerê Îsraîl-DYA û Îranê û pirsên li ser rola pêkhateyên Îranê bi taybetî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, lêkolîner û siyasetmedarê Kurd Zekî Şêxo ji ajansa me re axivî.

Zekî Şêxo got, li gel van guhertin û veguhertinan, dibe ku pirsgirêka Kurd bikeve qonaxek nû, lew ra divê Kurd rêz û helwesta siyasî bikin yek û xwe ji bo senaryoyên cuda di aliyê siyasî û dîplomatîk de amade bikin.

KOKA PIRSGIRÊKA KURD PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEM

Şêxo diyar kir ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, peymanên navneteweyî di navbera hêzên mezin û dewletên dagirker ên Kurdistanê de hatin çêkirin, di encamê de Kurdistan bû çend parçe bêyî ku mafên gelê Kurd an mafê çarenûsî bidin wan. Van hêzan Kurdan tenê wekî piyon di nakokî û şerên xwe de didîtin.

Şêxo destnîşan kir ku têkoşîna zêdetirî sed salan a Kurdan li ser axa wan hişt ku hebûna wan a siyasî û gelêrî di astên cûda de xurt bibe û got, Kurd niha xwedî bandorek siyasî û dîplomatîk a girîng di hevsengiyên herêmî û navneteweyî de ne.

Şêxo di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku "ezmûna demokratîk a Kurdan û qebûlkirina ji pirrengiya neteweyî û olî ji aliyê Kurdan ve hişt ku pozîsyona wan xurt bibe û bû wesîle ku Kurd bibin faktorên bi bandor di pêvajoya guhertinên li Rojhilata Navîn de û dikarin ji bo xwerêvebirinê û avakirina projeyek pêşerojê li ser axa xwe tê bikoşin."

Siyasetmedar Şêxo her wiha anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku yek ji hêzên bi bandor di pergala navneteweyî de, êdî hebûna Kurdan û rola wan di herêmê de nas kiriye û got, êdî divê Kurd li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî tev bigerin û pêşeroja xwe ya siyasî li ser bingeha wan berjewendiyan plan bikin.

Şêxo diyar kir ku Kurd venagerin weke berê bê hevalbend yan jî doza Kurd were paşguhkirin, lê ew êdî dikarin li roleke bibandor li asta navneteweyî bi rêya xebata siyasî û dîplomatîk bilîzin û amadebûna wan di tevahî parçeyên Kurdistanê de aktîv e, nemaze jî li Rojhilatê Kurdistanê ya li Îranê. Ew jî ger guhertinek di rejîma Îranê de pêk hat.

GIRINGIYA YEKRÊZÎ Û HELWESTA KURDÎ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Têkildarî karê Kurdan ji hundir ve Şêxo destnîşan kir ku yekîtî di nava hêzên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de wê barê wan ê siyasî giran bike, gelek pirsgirêkên ku di dîrokê de hatine pêşiya Kurdan encama nebûna helwestekê di nava wan de bû. Şêxo anî ziman ku yekrêzî û helwesta Kurdî nûnertiya gaveke esasî ye ku cihê Kurd di navnetewî û herêmî de pêk bîne.

Şêxo da zanîn ku yekbûna biriyara siyasî ya Kurd û derbasbûna nakokiyên partiyan wê hêza Kurd xurt bike û bandoreke mezin li qonaxa bê bike bi taybet di çarçoveya pêkanîna van bûyerên ku wê guhertinên mezin li Îranê de çêbike û destnîşan kir ku parçebûna partiyan gelek caran sedema qelsbûna helwesta Kurd û zêdebûna êşa gelê Kurd e.

PÊŞKETINÊN LI ÎRANÊ Û DERFETÊN PÊKAN ÊN DOZA KURD E

Girêdayî mijarê, Şêxo anî ziman ku şerê li Îranê tiliya Kurdan tê de nîn e, lê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna li dijî rejîma Îranê ye ku mafên pêkhateyan nas nake.

Di dewama axaftina xwe de Şêxo got dibe ku êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê gengaziyên nû li pêş doza Kurdî vekin, ji Kurdan re firseteke nû vebe ku valahiyê dagirin.

Şêxo diyar kir ku Kurdan bi dehan salan ji bo bidestxistina destkeftiyên wiha xebitîne, li gorî daxwazên gelê xwe û fedakariyên şehîdên xwe yên ku ji ber siyasetên tepeserkirin û zilmê yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kirin êş kişandine.

Di vê çarçoveyê de Şêxo bal kişand ser yekbûna Kurdan ya ku vê dawiyê ji 6 aliyên Kurdan ji bo yek biriyarê hate avakirin. Şêxo da zanîn ku divê ev hevpeymanî li gorî pêdiviyên qonaxê tev bigere.

Şêxo banga amadekirina parastina Kurdan li hember gef û komkujiyên gengaz da  û got ku ruxmî Başûrê Kurdistanê ji bo Îranê ne gefeke rasterast e, lê êriş li dijî wê hatin kirin.

DAXWAZA HIŞYARÎ Û TEDBÎRÊN DÎPLOMATÎK HATE KIRIN

Şêxo ev gotin li axaftinên xwe zêde kirin ku qonaxa heyî gelek metirsiyên mezin bi xwe re hildigire, mirov di vê demê de nikare teqezî bi ketina hilweşandina rêjîma Îranê bike, ji ber bingeha xwe ya siyasî û ewlehî ya ku bi dehan salan hatiye avakirin, ji Kurdan tê xwestin ku pêşektinan bi baldarî bişopînin û amadekarî ji bo hemû senaryoyan bikin.

Şêxo bang kir ku nekevin nava aloziyên taîfî li hundirê Îranê, û li dijî hewldanên hin aliyan ên ji bo gurkirina nakokiyan di navbera gelê Îranê û pêkhateyên wê yên cuda de hişyarî da ku wê bi xwe re şerekî navxweyî pêk bîne.

ASOYÊN PÊŞEROJÊ Û AVAKIRINA TIFAQEKE XURT A KURDAN

Zekî Şêxo got ku pêwîstiya misogerkirina mafên gelê Kurd bi yekîtiya biryarên Kurdan di astên cûda de - siyasî, medyayî û dîplomatîk - her wiha pejirandina xîtabeke zelal ku daxwazên gelê Kurd nîşan dide, heye.

Zekî Şêxo daxwaza pêkanîna siyasî û dîplomatîk bi hevahengî ligel hêzên din ên opozîsyona Îranî û dezgehên navneteweyî kir da ku di her qonaxa veguhêz de mafên Kurdan werin misogerkirin.

Der barê kokên têkoşîna Kurdan de, Şêxo destnîşan kir ku têkoşîna Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan salan e, bi tevgera Simkoyê Şikakî dest pê kiriye, ji ezmûna Komara Mehabadê derbas bûye û gihîştiye avakirina partiyên opozîsyon û hêzên çekdar. Ev têkoşîn îradeya gelekî kevnar nîşan dide ku li ser axa xwe ya dîrokî li hember dîktatoriyê dijî.

Siyasetmedar Zekî Şêxo diyar kir ku pêwîst e saziyên îdarî û siyasî yên yekgirtî werinb avakirin û bihêzkirin, da ku bikaribin di rewşa her valahiyek siyasî yan ewlehiyê de deverên Kurdî bi rê ve bibin, di heman demê de hevrêziya bi hêzên opozîsyonê û rewşenbîrên îlmanî yên li Îranê yên ku mafên Kurdan nas dikin xurt bikin.

Şêxo bang li xurtbûna yekîtiya Kurdan û tevlîbûna hemû partiyên Kurdî kir ku hemû nakokiyên hundirîn bidin aliyekî. Şêxo her wiha banga avakirina odeya korînasiyona hevbeş ji bo rêveberiya qonaxa nû kir. Şêxo girîngiya da pejirandina rêbazek demokratîk û diyalogê bi hemû pêkhateyên civakê re, da ku Îranek nû li ser bingeha naskirina mafên hemû neteweyan ava bibe.

Siyasetmedarê Kurd Zekî Şêxo got ku Kurd gelek caran ew bûne qurbaniyên şerên desthilatdariyê yên navneteweyî û di şerên herêmî de wekî piyon hatine bikaranîn, lê qonaxa niha dibe ku derfetek dîrokî temsîl bike da ku piştî zêdetirî 100 ji Peymana Sykes-Picot, ji bo gelê Kurd destkeftiyên siyasî yên rastîn bi dest bixin û bibin beşek stratejîk ji veguherînên ku li Rojhilata Navîn diqewimin.

(ac/fr)

ANHA