‘Bi êrişa li ser Şaredariya Qamişloyê sîstema Rêveberiya Xweser kirin hedef’

Xebatkarên Şaredariya Gel a Qamişloyê di salvgera 13`emîn de şehîdên êrişa li ser şaredariyê bi bîr anîn û got “Dewleta Tirk û hêzên derve her tim êrişî projeya Rêveberiya Xweser dikin da ku aramî li herêmê çênebe û îradeya gel bişikînin.”

‘Bi êrişa li ser Şaredariya Qamişloyê sîstema Rêveberiya Xweser kirin hedef’
11 adar, 2026   02:45
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Şaredariya Gel a Qamişloyê 21`ê Çileya 2014`an hatibû vekirin. Piştî 49 rojan an ku 11`ê Adarê çeteyên DAIŞ`ê êrişî şaredariyê kir û komkujî pêk anî. Şêniyên Qamişloyê şehîdên êrişê bi bîr anîn û qala bûyerê kir. 

Xebatkarê Şaredariya Qamişloyê Hisên Mihemed di dema êrişê de li şaredariyê bûye. Mihemed got: “Saet 11.00 ê sibehê çeteyên DAIŞ'ê êrişî şaredariyê kirin. Bombeyên destan avêtin ofîsên şaredariyê û 8 xebatkarên şaredariyê û 2 sivîl şehîd bûn. Hemû xebatkar û endamên parastinê di kêliyên destpêkê de şok derbas kirin. Piştî wê me û endamên parastinê me bi hev re bersiv da çeteyan.”

Mihemed di berdewama axaftina xwe de got: “Hedefa êrişa li ser Şaredariyê zelal bû. Saziyên Rêveberiya Xweser nû dihatin vekirin û bajar ji aliyê xizmetguzarî ve dihat birêxistinkirin. Bi vê êrişê dixwestin çavên gel bitirsînin û destûr nedin ku xwe birêxistin bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Hisên Mihemed anî ziman ku ev êriş ji bîra gel naçe û wiha dawîn li axaftina xwe anî: "Bûyera êrişa li ser Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bîra gel naçe. Êdî li hemberî êrişan gund û bajarên xwe diparêzin. Di hemû şert û mercî de gav paşve nadin û xebatên xwe berdewam dikin."

Nebîl Îsmaîl xebatkarê Şaredariya Gel a Qamişloyê yê wê demê di destpêka axavtina xwe de got: "Xelkê Qamişlo di destpêka aloziya Sûriyeyê de berpirsyariya parastina gund û bajarên xwe rakirin. Ji bo sazî û herêmên xwe biparêzin çek rakirin.”

Îsmaîl têkildarî bûyera êrişa li ser Şaredariya Gel a Qamişloyê wiha got: “Sala 2014`an komkujiya li Şaredariya Qamişloyê çêbû pîlaneke hêzên derve bû û çeteyên DAIŞ`ê pêk anî. Dewleta Tirk heyanî roja îro li hemberî gelê Rojava pîlanan çêdike, ew naxwaze ku gelê Kurd bigihêjê mafên xwe û deskeftiyên Rojava yên bi fedakariya şehîdan avabûn, winda bikin.”

Îsmaîl da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê êrişa li ser Şaredariya Gel a Qamişloyê girt ser xwe û wiha dewam kir: “Piştî çeteyên DAIŞ êrişî şaredariyê kir, êdî gel di aliyê ewlehiyê de dest pê kir tedbîrên xwe girtin û li hemberî êrişan parastina xwe kir.”

Îsmaîl wiha pê de çû: “Bûyerên wê demê qewimîn heyanî astekî mîna bûyerên îro li herêmê diqewim in. Di vê pêvajoya dawîn de gelek caran êrişî Rojava û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û gel ji zarokan heyanî mezinan beşdarî seferberiyê bûn. Her kes bi hev re herêm, sazî û deskeftiyên şoreşê diparêzin."

Li ser seferberiyê jî Îsmaîl got: “Gel baldar nêzî pêvajoyê bû, tev li seferberiyê bû, gelek êriş pûç kirin û destûr nedan ku komkujî li ser gelê Kurd çêbin.”

Nebîl Ismaîl di dawiya axaftina xwe de got: “Dema ku êrişî saziyên xizmetguzarî û saziyên dîtir dikin dixwazin sîstema rêveberiyê lewaz bikin û bêaramî li herêmê çêbe. Saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê ewlehî û aramiya herêmê diparêzin û destûrê nadin krîz li herêmê çêbe. Di vê pêvajoyê de û bi taybet meha Adarê, divê hemû xelkê herêmê baldar be. Divê em hemû bi hev re deskeftiyên xwe biparêzin û bersiv bidin êrişên hundir û derve yên li ser herêmê.” 

ANHA