ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ

Malbatên şehîdan ên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şikandina vîna gel û têkbirina destkeftiyên şehîdan e.

ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
ˋEm ê bi hêzên xwe re destkeftiyan biparêzinˊ
23 ÇILE, 2025   16:31
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li herêmê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, nûnerên sazî û meclisên li bajêr civînek li dar xist.

Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin. Di civînê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Fatme Mihemed behsa rewşa heyî kir û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên dijî herêmê şikandona vîna gelan, dagirkirina herêmê û wêrankirina binesaziyên wê ye."

Fatme diyar kir ku QSDˋê û xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xistin û planên dagirkirinê têk birin.

Fatme wiha domand: "Bi rihê berxwedana Kobanê û berxwedana bendava Tişrînê em ê têkoşîna xwe bidomînin û heta serkeftinê li ser rêça şehîdan bin."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên şehîdan daxuyaniyek da. Endama meclisê Emîne Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dijî bendava Tişrînê û hedefgirtina yekser a xwepêşandêrên li ser bendavê hatin şermezaririn.

Her wiha hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên din dagir bike, guhartina demografîk pêk bîne û xelkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi darê zorê koçber bike.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li tevahî hêzên nîştimanî û demokrasîxwaz kir ku li dijî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û piştgiriyê bidin QSDˋê ji ber ku hêza rewa ye ku gelên herêmê ji teror û dagirkeriyê diparêze.

Di dawiyê de malbatên şehîdan got ew ê li kêlek hêzên xwe destkeftiyên xwe li dijî dagirkeran biparêzin.

(fr)

ANHA