ˊPêşxistin û parastina şoreşa me ji karên me yên pêşîn inˊ

Kombûna jinan a Zanûbiya bi boneya damezrandina xwe ya 3ˊyemîn da zanîn ku erka wê pêşxistin û parastina nasnameya jinan e û têkoşîna biratiya gelan û nirxên civakî yên demokratîk esas girtine.

ˊPêşxistin û parastina şoreşa me ji karên me yên pêşîn inˊ
1 hezîran, 2024   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya di 1ˊê Hezîrana 2021ˊê de hat damezrandin, bi vê boneyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin bi ruhê şehîd û sembolên şoreşa jinên azad mîna Bêrîtan, Zîlan, Bêrîvan, Zelal, Hind û Sede destanên lehengiyê yên mezin hatin nivîsandin. Kombûn vê boneyê li tevahî gel û jinên berxwedêr û têkoşer ne tenê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê li seranserî cîhanê pîroz dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kombûnê piştî 10 sal di ser krîza Sûriyeyê re derbas bû û hêviyên pêşîn pêk nehatin kongreya xwe li dar xist. Hîna jî krîzên Sûriyeyê çareser nebûne û asoyên çareserkirinê jî dûr in. Ji ber ku rejîm di siyasetên xwe yên çewisandinê de dewam dike û muxalefet jî xwe dispêrên ajandeyên derve. Di encama alozî û şeran de atmosfêreke ji bo destwerdanên derve çêbûn û rêxistinên terorîst mîna DAIŞˊê derketin. Bi wê re Sûriyê vegerandin qada şerê cîhanê. Ruxmî wê jî û bi rizgarkirina herêmê jinan li hember tevahî rewş û astengiyan sekinîn û dest bi xwerêxistinê kir, di aliyên têkoşînê de destkeftî pêk anîn û zanabûna siyasî û rêxistinî bi dest xistin.

Kombûnê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku kedên jinan piştî rizgarkirina dîrokî ya li ser vê erdnîgariyê, xebata avakirinê û têkoşînê hişt jin gavên dîrokî biavêjin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya rêxistineke jinan a civakî, ekolojîk û rasteqîn e. Enerjiyên jinan kir yek û di tevahî aliyan de jin bi pêş xist. Kombûn der barê pêkanîna nirxên civakî û pêkanîna edalet û wekheviyê de xebatên xwe didomîne.

Kombûnê diyar kir ku şoreşa jinan li ser vê erdnîgariyê zemîneke hevbeş di têkoşîna jinan de pêk anîn û karî dozên civakî çareser bike û pêşengiya qonaxê bike. Ev yek jî li ser erdê bi rêya amadekariyên ji bo xebatên hilbijartinên şaredariyan tê îsbatkirin. Li kêlek van xebatên hilbijartinê dewleta Tirk a dagirker êrişeke hovane li dijî herêmê pêk tîne. Ev yek nîşaneya tirsa wê ji van hilbijartinên demokratîk in.

Sedsala 21ˊê sedsala şoreşa jinan bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Kombûnê anî ziman ku ew li ser tevahî fikrên jinên di oxira azadiya jinan û welatê de canê xwe daye dimeşin, êriş û bombebaran wan natirsînin. Ji ber ku dê Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê bi ser bikeve.

(fr)

ر