Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Raid Beşîr El Nezal li Reqayê hat veşartin.

Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir
Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir
Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir
Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir
Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir
Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir
Bi merasîmekê şehîd Raid El Nezal oxir kir
1 hezîran, 2024   16:01
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Raid Beşîr El Nezal li Pakrewangeha Şehîdan li gundê Hikumiyê yê bakurê bajarê Reqayê spart axê.

Di merasîma oxirkirina şehîd Raid El Nezal de, ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Eyn Îsayê Mihemed Hemade axivî û got: "Vê xakê di oxira azadî û yekitiya pêkhateyên xwe de gelek ciwanên xwe dane. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê ji bo parastina welat mertalên asê bin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsa Emel Reşo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em soz didin şehîdên xwe yên  ji bo welat û avakirina pira hezkirin û hevgirtinê di navbera pêkhateyan de  têkoşiyan e, ala jiyana hevbeş li ba bikin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Raid hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma "Şehîd Namirin" hat veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raid Beşîr El Nezal 29’ê Gulana îsal dema erka xwe bi cih dian di encama krîza dil de li bajarê Eyn Îsayê şehîd bû.

(bb)

ANHA