ˊAlîkariya tenduristî bidin niştecihên kampan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêˊ

Rêxistina Bijîşkîn Sînornenas destnîşan kir ku qutkirina alîkariya aborî ji ser WHOˊyê dê zirareke mezin bide niştecihên kampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang kir ku alîkariya tenduristî dewam bikin.

ˊAlîkariya tenduristî bidin niştecihên kampan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêˊ
31 adar, 2024   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku alîkariya navneteweyî ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kêmkirin, Rêxistina Bijîşkên Sînornenas destnîşan kir ku qutkirina alîkariya aborî ji ser WHOˊyê dê zirareke mezin bide niştecihên kampên herêmê.

Di raporeke nû de Rêxistina Bijîşkên Sînornenas banga domandina alîkariya tenduristî ji bo niştecihên kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de kampa Holê ku tê de zêdetirî 42 hezar kes, piraniya wan jin û zarok in, kir.

Her wiha rêxistinê bang li aliyên navneteweyî kir ku helwestên lezgîn nîşan bidin û rê li ber zêdebûna zehmetiyan bigirin. Rêxistinê diyar kir ku ji bo domandina alîkariya tenduristî li kampên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst e alîkariya aborî bê pêşkêşkirin.

(mh)