ˈTirkiye dixwaze Iraq lawaz û parçe bikeˈ

Rûspiyê qebîleya Tey ya Ereb Mihemed El Miflih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê armanc dike Iraq lawaz û parçe bike. El Miflih bang li qebîleyên Kurd û Ereban jî kir ku li hemberî êriş û destwerdanên Tirkiyeyê bisekinin.

ˈTirkiye dixwaze Iraq lawaz û parçe bikeˈ
14 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Artêşa Tirk a dagirker bi tevkariya PDKˈê û di nav bêdengiya hikumeta Iraqê de êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Artêşa dagirker bi dehan baregehên leşkerî li Başûr ava kirine û  ji sedî 80 xaka Dihokê dagirkiriye.

Rûspiyê qebîleya Tey ya Ereb ê li kantona Cizîrê Mihemed El Miflih got: " Iraq ji bo eşîrên Ereb û gelê Sûriyê bi giştî berfirehiyeke cografî û kûrahiyeke stratejîk e. Em cîran in. Iraqî xwişk û birayên me ne. Ya bi serê gelê tê bi bi serê me de jî tê. Ewlehiya Iraqê ewlehiya Sûriyeyê ye. Em êriş û destwerdanên Tirk ên bakurê Iraqê şermezar dikin."

Mihemed El Miflih bal kişand ser têkiliyên pêkhate û eşîrên kantona Cizîrê bi gelê Başûrê Kurdistanê û got, ji sedên salan ve têkiliyên wan wekî xwişk û bira ne û têkiliyên xwîn û ol wan tîne gel hev.

El Miflih êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: "Dewleat Tirk a dagirker êrişî herêma bakurê Iraqê ku piraniya niştecihên wê Kurd in dike. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikumet, partî û rêxistinên Iraqê bi taybetî qebîleyên Ereb ên li Mûsilê dikin ku piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên Kurd û li ber êriş û zêdegaviyên Tirkiye yên li bakurê Iraqê bigirin."

El Miflih sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê jî bi bîr xist û ev li gotinên xwe zêde kir "Ji dema ku Erdogan desthilata Tirkiye bi dest xist ve, çavnebariyên wî yên li welatên derdorê aşkere bûn. Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Ezaz û hin herêmên din ên Sûriyeyê dagir kirine. Wekî gelê Sûriyeyê jî me ji ber dewleta Tirk êş kişand."

El Miflih di dewama axaftina xwe got: "Em gelên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de me şerê dewleta Tirk a dagirker kir. Bi saya berxwedana lehengane ya QSDˈê me dagirkeriya Tirk li sînorekî sekinand."

Mihemed El Miflih îşaret bi vê yekê ku çavnebariyên Tirkiye li Iraq û Sûriyeyê sînordar nin e û ev tişt diyar kir "Em dibînin ku ketiye Azerbeycanê jî  û baregehên wê li Lîbyayê jî hene. Dest li Sûdan û Somalî jî werdide. Çavnebariyên wê li welatên derdorê sînordar nemaye, lê sînorê derdorê jî derbas kir. AKPˈê dixwaze împratoriya Osmanî zindî bike. Ev jî di daxuyaniyên Erdogan û rayedarên hikumeta wî de piştrast dibe."

El Miflih da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê lawazkirina dewleta Iraqê û parçekirina welat e û got "Ji dema ketina Osmaniyan heya roja me ya îro ve, Tirkiye çavê xwe berdeya serweta Iraq û Sûriyeyê. Her tim çavê wê li petrol Iraqê bi taybetî ya Kerkûkê ye. Ji ber vê yekê ewlehiya neteweyî ya Tirk wekî hêncet û xetere nîşan dide."

Mihemed El Miflih di dawiya axaftina xwe de got "Ji rijandina xwînê, qetilkirin û koçberkirinê re bes e. Wekî gelê Sûriyeyî jî me ji ber şeran gelek êş dît. Gel ji siyasetên serdestên şovenist ên wekî Tirk aciz bûye. Gelê Iraqê jî salên 80ˈî yên sedsala borî ve ji ber şeran êşê dikişîne. Ji ber vê yekê em bang li gelê Iraqê bi qebîleyên wê, neteweyên wê yên Kurd û Ereb, Suna û Şîe û her kesî dikin ku li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta tirk bibin yek."

(bb)

ANHA