Zirarên ji ber êrişên li ser Dêr Hafirê

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker wan perwerde dike, li bajarê Dêr Hafirê malên şêniyan kirin armanc. Di encamê de zirarên mezin çêbûn. Ji dîmenên ku nûçegihanên me kişandine, asta ziraran diyar dibe.

Zirarên ji ber êrişên li ser Dêr Hafirê
15 ÇILE, 2026   11:43
TEBQA

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker wan perwerde dike, berbanga îro bajarokê Dêr Hafirê topbaran kir û milkên şêniyan kirin armanc.

Di encama êrişan de zirarên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Nûçegihanên me ku xwe gihandin cihê bûyerê, dîmenên zirarên ji ber êrişan li milkên şêniyan bûne, kişandin.

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên El Emşat, El Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn El Zenkî, bi domdarî êrişî bajarê Dêr Hafirê dikin.

(b)