Zêdetirî 150 malbatên sûriyeyî reviyan Lubnanê

Ji ber şer û pevçûnên li herêmên peravê yên Sûriyeyê, duh bi şev zêdetirî 150 malbatên sûriyeyî reviyan bajarên bakurê Lubnanê.

Zêdetirî 150 malbatên sûriyeyî reviyan Lubnanê
8 adar, 2025   14:33
NAVNENDA NÛÇEYAN

Şeva borî gelek malbatên sûriyeyî reviyan hin gund û bajarokên Lubnanê yên nêzî sînorên Sûriyeyê.

Çavkaniyên xwecih ên lubnanî ragihand ku ew koçberên sûriyeyî bi awayekî demkî li malên şêniyên bajarok û gundên Sehil Akkarê yên li bakurê Lubnanê bi cih dikin û hinek ji wan bi rê kirine devera Cebel Muhsin a li Trablusê.

Şaredarê bajarê Telbîra El Ekariye, Ebdulhemîd Seqir tekez kir ku zêdetirî 150 malbatên sûriyeyî penaberî bajarok bûne.

(k)