45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin

45 malbatên din (231 kes) ji kampa Erîşa ya li başûrê bajarê Hesekê derketin û ber bi herêmên xwe yên Dêrazorê ve çûn.

45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
45 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
24 tîrmeh, 2025   14:52
HESEKÊ

Di çarçoveya hewlên hêsankirina vegera dilxwazî ya koçberan ên ber bi herêmên wan de, îro komeke din ji koçberên kampa Erîşa ya li başûrê Hesekê yê Cizîrê derket û ber bi herêmên xwe yên Dêrazorê ve ketin rê.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Nivîsgeha Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NYˊyê dest bi bernameya vegera dilxwazî kir. Bi vê komê ve, îsal 13 komên koçberan ji kampê derketine û ber bi herêmên xwe ve çûne.

Ev kom ji 45 malbatan bi hejmara 231 kesî pêk tê.

Girêdayî mijarê, hevseroka Kampa Erîşa Selwa Ceco got "Kirêyên veguhastin û şandina koçberan ji hêla Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan (0UNHCR) ve tê dayîn. Ev yek bi koordînaya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin."

Hejmara malbatên ji destpêka hêsankirina vegera dilxwazî ji kampa Erîşa derketine derket 619 ye, hejmara giştî ya kesan 3 hezar û 352 ye.

Hîna li kampê nêzî 10 hezar koçber li ser nêzî 2 hezar malbat belav in, hene. Piranî malbat ji herêmên rojhilatê Sûriyeyê ne, ji ber êrişên dijî çeteyên DAIŞˊê yan jî ji ber şert û mercên ewlehî û mirovî yên berê koçber bûne.

(fr)

ANHA