Zanîngeha Idlibê îmtiyazên akademîk dan berpirsên îdarî û siyasî

Çalakvanên medyayî lîsteyek belav kir ku tê de navên rayedarên îdarî û siyasî yên Zanîngeha Îdlibê hene, yên ku îmtiyazên akademîk ji wan re hatine dayîn. Çalakvanan mijar wekî "tercîhkirina li ser bingeha desthilatiyê" li şûna pîvanên jêhatîbûna akademîk bi nav kir. 

Zanîngeha Idlibê îmtiyazên akademîk dan berpirsên îdarî û siyasî
19 nîsan, 2026   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser medyayên herêmî der barê "Zanîngeha Idlibê" de agahî hatin belavkirin ku ji hejmarek berpirsên di bernameya Mastera Zanistên Siyasî de îmtiyazên akademîk hatin dayîn. Ev yek bû sedema nîqaşeke berfireh li ser şefafiyeta proseya perwerdehiyê di nava zanîngehê de.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, lîsteyek ji hejmarek kesayetên ku di astên îdarî û siyasî de ne, di bernameyê de karîbûn sala amadekariyê derbas bikin.

Navên ku hatine behskirin, ji bilî kesayetên leşkerî û ewlehiyê, rayedarên gelek beşan  weke rêveberiya herêmî, karûbarên siyasî û karên dîplomatîk jî di lîsteyê de hene. Çalakvanan ev mijar wekî "tercîhkirina li ser bingeha desthilatiyê" li şûna pîvanên jêhatîbûna akademîk hesibandin.

Çalakvanan destnîşan kir ku zanîngehê bi xwe berê doktora daye kesekî ku bi saziya çavdêriyê ve girêdayî ye, ev yek bû cihê rexneyên tûj.

Lê hîna ji aliyê rêveberiya "Zanîngeha Idlibê" an jî rayedarên peywendîdar ve tu şîroveyeke fermî li ser tiştên ku hatine belavkirin nehatiye dayîn.

(ac/fr)

ANHA