Li dijî çalakvanekî ku xwepêşandana Şamê şopandiye biryara girtinê

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryara girtinê ji bo çalakvanekî medyayê yê ji Idlibê ku beşdarî xwepêşandana "Qanûn û Rûmetê" ya li Qada Yûsif El Ezme ya Şamê bû, da.

Li dijî çalakvanekî ku xwepêşandana Şamê şopandiye biryara girtinê
19 nîsan, 2026   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li Idlibê fermana girtinê ji bo çalakvanê medyayê Mazin Erca yê beşdarî xwepêşandana "Qanûn û Rûmetê" ya di 17ˊê Nîsanê de li Qada Yûsif El Ezme ya Şamê hatibû lidarxistin, da.

SOHRˊê destnîşan kir ku Erca ji sala 2011ˊan û vir ve çalakvanekî medyayê yê navdar e, bi rexneyên xwe yên li ser binpêkirinên ku ji hêla hin aliyan ve têne kirin tê nasîn. Erca beşdarî çalakiya li Şamê ku bi qasî 20 daxwaz hatibûn kirin.

Ev pêkanîn di çarçoveya "bêdengkirina dengan" û hedefgirtina çalakvanên ku beşdarî çalakiyên protestoyê dibin de tên, nemaze piştî kiryarên medyayî yên beriya xwepêşandanê ku organîzator bi girêdana bi "ajandeyên biyanî" û bi aîdiyeta "bermahiyên rejîma berê" tawanbar kirin.

(fr)