YRA'yê ji ber wefata rojnamevan Şukru Çatalbaş peyama seraxiyê weşand

YRA'yê ji ber wefata kedarê çapemeniya Azad Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku bîranîna wî dê her tim bijî.

YRA'yê ji ber wefata rojnamevan Şukru Çatalbaş peyama seraxiyê weşand
7 gulan, 2026   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji ber wefata kedkarê çapemeniya Azad Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand.

Peyama ji ser malpera fermî ya YRA'yê hatiye weşandin wiha ye: "Me  bi xemgînî nûçeya koça dawîn ya kedkar û rojnamevanê ragihandina azad Şukru Çatalbaş wergirt. Şukru Çatalbaş li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Şukru Çatalbaş bi salan di nava çapemeniya azad û Kovara Modernîteya Demokratîk de bi ked û xebat xizmet kir û bû dengê azad ê rastiyê.

Bila serê malbat, heval û hogirên Şukru Çatalbaş û hemû hevkarên ragihandina azad sax be. Koça wî ji bo me hemûyan windahiyeke giran e. Bîranîna wî dê her tim bi ked û têkoşîna wî ya di rêya azadî û rastiyê de bijî.

Careke din em ji malbata Şukru Çatalbaş û hemû dost û hevkarên wî re sebirê dixwazin."

(bb)