Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin

Nêzî 7 hezar koçberên Serêkaniyê yên ku li kampa Serêkaniyê dimînin, xwe amade dikin ku sibe vegerin warê xwe.

Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê xwe amade dikin vegerin
7 îlon, 2026   12:22
HESEKÊ

Li kampa Serêkaniyê nêzî 689 malbatên (7 hezar kes) koçberên Serêkaniyê konên xwe radikin û xiradên xwe di kamyonan de bi cih dikin da ku sibe vegerin Serêkaniyê.

Li gorî Nivîsgeha Çapemeniyê ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji parêzgehê û herêmê ji aliyê ewlehiyê ve garantî hatiye dayîn û li ser vî bingehî dê karwanê koçberên Serêkaniyê yê duyemîn sibe (sêşemê) vegere Serêkaniyê.

Karwanê koçberên Serêkaniyê yê yekemîn 10`ê Tebaxê vegeriyabû warê xwe û dema li Serêkaniyê êrişî wan kirin, hinek malbat neçar man ku vegerin Hesekê.

(np)

ANHA