YPG: Serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

YPG’ê da zanîn ku serçeteyekî DAIŞ’ê di operasyoneke ewlehiyê de hatiye girtin.

YPG: Serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
6 tebax, 2025   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  daxuyniyêk li ser malpera xwe da û diyar kir ku di 3’yê tebaxê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Hesekê serçeteyekî DAIŞ’ê de girtiye.

Di daxuyniyê de hat destnîşankirin ku di 3’yê Tebaxê de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştevaniya li Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dijî serkirdeyên DAIŞ’ê li dar xist.

Operasyonê serçeteyekî DAIŞ’ê armanc kir ku ew berpirsiyarê beşa lêkolîn û îstîxbaratê ya şaneyên veşartî bû. Ev beş bi armanca pêkanîna êrişên terorîstî hedef peyda dikir û agahî kom dikirin.

YPG‘ê diyar kir ku ev operasyon nîşaneya hewldanên domdar ên Hêzên Sûriya Demokratîk e, bi armanca şopandin û têkbirina şaneyên terorîstî û parastina herêm û civakê ji van metirsiyan.