Li dijî bendên ewlekariyê yên Dêrazorê êriş

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nava çend saetan de li gundewarê Dêrazorê du êriş pêk hatin.

Li dijî bendên ewlekariyê yên Dêrazorê êriş
6 tebax, 2025   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên li gundewarê Dêrazorê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Îro saet 13:30ˊan de, komeke terorîstan li ser motorsîklêtê mermî li nuqteyeke kontrolê ya hêzên me li çerxerêya El Etal a di navbera bajarokên El Bisêra û El Şihêl de reşandin. Hêzên me bersiva jêdera guleyan de da.

ji bo hewldana bêîstîqrarkirina herêmê ev êrişa duyemîn e li ser hêzên me di heman rojê de.

Em wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bersiva xwe ya berdewam a li hember van êrişan, şopandina sûcdaran û anîna wan ber bi dadgehê ve piştrast dikin."

(fr)