YNKʹê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin

Fraksiyona YNK’ê êrişên hovane yên dewleta Tirk a qirker ên li ser welatiyên sivîl ên Herêma Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.

YNKʹê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
5 îlon, 2024   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê li dijî êriş û bombebaranên hovane yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Fraksiyona YNK’ê wiha ye;

“Em êrişên hovane yên balafirên bêmirov yên Tirkiyeyê li ser welatiyên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Bêdengiya Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li beramberî êrişên Tirkiyeyê cûrek yê rewakirina van êrişane.

Di 72 saetên borî de li parêzgeha Silêmanî û Duhokê di du êrişên cuda de 7 welatiyên sivîl şehîd bûn. Şehîd ji du malbatanin ku yek ji wan zaroke û gelek welatiyên din jî birîndar bûne.

Berdewamiya êrişan û bêdengiya Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember şehîdkirin, birîndarkirin û binpêkirina serweriya Iraqê, cûrekê rewakirina êrişên Tirkiyeyê ye.

Em weke Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê êrişên hovane yên balafirên bêmirov yên dewleta Tirk li ser welatiyên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Her wiha bang li Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin û helwesteke cidî nîşan bidin.”