Yekitiya Suryan bi nûnerên Patrîkxaneya Rom a Ortodoks re civiya

Şandeyeke Yekitiya Suryan li Şamê bi nûnerên Patrîkxaneya Ortodoks a Yewnan re rûnişt, yekitî û nêrînên der barê Sûriyeya nû de nîqaş kirin.

Yekitiya Suryan bi nûnerên Patrîkxaneya Rom a Ortodoks re civiya
23 ÇILE, 2025   21:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şamê şandeya Yekitiya Suryan li Patrîkxaneya Ortodoks a Rom a li Şamê, bi nûnerê Patrîk Romanos El Henat û alîkarê Patrîk Metran Mûsa El Xûrî re civiya.

Şandeya partiyê ji hevserokê partiyê Senherîb Bersûm, nûnera komîteya têkiliyan Nazîra Gewriye û endamê partiyê Malik Esmer pêk hat.

Li gorî malpera fermî ya partiyê, her du aliyan teqezî bi koordîneyê û meşandina karê hevbeş di navbera partiyan, saziyan û dêran de, yekkirina nêrînan der barê Sûriyeya nû de, tesbîtkirina hebûna xiristiyanan, dabînkirina rol û mafên xiristiyanan di çareseriyên bê de, parastina jiyana hevbeş, kirin.

(şx)