Yekîneyeke Îsraîlê careke din ket başûrê Sûriyeyê û bendek ava kir

Hêzeke Îsraîlê bi 6 erebeyan ket gundê Ofanya yê Quneytîrayê. Di heman demê de di navbera gundên Semdaniye û Xan Ernebeyê de bendeke kontrolê danî.

Yekîneyeke Îsraîlê careke din ket başûrê Sûriyeyê û bendek ava kir
9 mijdar, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN  

Di saetên dawîn de yekîneyeke hêzên Îsraîlê bi 6 erebeyên leşkerî ket herêma Hefayîrê û ber bi gundê Ofanyayê yê bakurê Quneytîrayê ve bi rê ket.

Di heman demê de yekîneyeke din tevî 4 erebeyan bendek kontrolê di navbera gundên Semdaniya Rojhilat û Xan Ernebeyê de ava kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan  a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihandibû ku dewriyekeke hêzên Îsraîlê ji gundê Mişêrfê heya gundê Ecrefê geriya, piştre bendeke kontrolê ava kir.

Hikumeta veguhêz  a Sûriyeyê der barê tevgerên hêzên Îsraîlê ku li ser sînorê başûrê rojavayê welat zêde bûne de tu helwest nîşan nedaye.

(bb)