Xurtkirina yekitiyê û serdestiyê li hember timayên dewleta Tirk - Ehmed MIHEMED

Xurtkirina yekitiyê û serdestiyê li hember timayên dewleta Tirk - Ehmed MIHEMED
1 ÇILE, 2025   07:10

Piştî hilweşandina rejîma Beşar El Esed Sûriye rûbirûyî aloziyên hundirîn û derve ye ku li ser yekitî û serdestiya wê xetere ye. Dema ku hêzên neteweyî hewl didin bi hev re nîşaneyên Sûriyeya nû çêkin, dewleta Tirk bi rêya êrişên leşkerî û destwerdanên aborî û tevgerên siyasî hewl dide rewşa nû ya li ser Sûriyeyê kontrol bike. Li kêleka wê hewl dide sînorên deryayî jî diyar bike û daneyên sûriyeyiyan kontrol bike. Li hember wê Rêveberiya Xweser însiyatîfek ragihand ku ji bo parastina yekitiya nîştimanî û parastina serdestiya welêt ji timayên herêmî, gaveke cidî ye.

REWŞA SIYASÎ; JI VALAHIYÊ BER BI AVAKIRINÊ VE

Bi hilweşîna rejîma Baasê re ku zêdetirî 5 serdeman desthilata Sûriyeyê kir, welat di pêvajoyeke demkî ya girêk re derbas dibe. Hêzên xwecih û yên herêmî, di serî de dewleta Tirk, hewl didin valahiya siyasî kontrol bikin.

Timayên Tirkiyeyê; stratejiyên firehkirin û kontrolkirinê

1 - Ji nû ve diyarkirina sînorên deryayî

Wezîrê veguhastinê û binesaziyê yê desthilata Tirk Abdulkadîr Uraloglu got desthilata welatê wî ji bo diyarkirina sînorên deryayî li Deryayê Spî plan dike dest bi dan û standinan bi Sûriyeyê re bike. Lê di vê wextê de di destê desthilata heyî ya Şamê de tu alaveke qanûnî tune ye ku bikare van lihevkirinan îmze bike yan jî dest bi dan û standinan bike.

Tirkiye bi rêya hevalbendên xwe dixwaze dest deyne ser meşandina kar û barên welêt beriya ku sûriyeyî hikumeta rewa ava bikin.

Tirkiye ku bi cîranên xwe yên li Deryayê Spî re li ser mijara diyarkirina sînorên deryayî aloz e, hewl dide nexşeyên nû ferz bike ku hegemonyaya aborî û jeosiyasî ya mezintir ji xwe re dabîn bike. Daxuyaniyên rayedarên Tirk di vê dawiyê de îşaret pê kiribû ku Tirkiye plan dike li herêmê berfirehtir bibe, her wiha li beravên Sûryeyê jî.

2 - Kontrolkirina daneyên sûriyeyiyan

Tirkiye bi hinceta pêşkêşkirina xebatan dixwaze bigihêje daneyên sûriyeyiyên li herêmên hikumeta demkî. Metirsî hene ku Tirkiye ji bo armancên siyasî û ewlehiyê van daneyan bi kar bîne. Heke ev hewldan bi ser bikevin, Tirkiye dê kontrolkirina herêmên Sûriyeyê yên ku dagir kirine, kûrtir bike û dê amûrên din bi dest bixe ji bo ku bandorê li rewşa hundir bike.

3 - Avakirina baregehên leşkerî

Rayedarên Tirk di daxuyaniyên nû de aşkera kir ku bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe ji gefên terorîst, ew dixwazin baregehên din li Sûriyeyê ava bikin. Ev plan, hewldanên Tirkiyeyê ne ku dixwaze dagirkirina xwe ya li Sûriyeyê bisepîne, hegemonyaya xwe ya cografîk li Sûriyeyê firehtir bike, aşkera dikin. Li kêleka wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet Minbicê û gundewarê Kobanê, dike. Li rex wê desthilata Tirk gefên xwe yên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

4 - Bi rêya hikumeta demkî xurtkirina hegemonyayê

Li gel herêmên Sûriyeyê yên ku dagir kirine, Tirkiye piştgiriya hikumeta demkî dike ji bo ku hebûna xwe ya li Sûriyeyê rewa bike. Bi rastî jî qadên siyasî, ewlehî û aborî yên wan herêman kontrol dike.

Nakokiyên di navbera aliyên sûriyeyî de bandorê li xebatên ji nû ve avakirina saziyên welêt, teşe, siberoj û rêveberiya wê dike. Hemwextî wê Tirkiye bi rêya opozîsyonê hewl dide hegemonyaya xwe ferz bike. Li gel vê rewşê, herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herî bi rêxistinkirinî ne.

Însiyatîfa Rêveberiya Xweser; nêrîna sekna li hember zehmetiyan

Li hember xetereyên navborî, însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, çareseriyeke nîştimanî ye ku yekitiya sûriyeyan û parastina serdestiya welêt armanc dike. Rêveberiyê vê dawiyê ji Reqayê di civîneke çapemeniyê de nexşerêyeke giştî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kir. Di însiyatîfê de banga diyaloga nîştimanî û bi dawîkirina destwerdanên derve kir.

Însiyatîf, teqezî bi parastina yekitiya Sûriyeyê û serdestiya wê dike. Tevahî cureyên dagirkirinê û destwerdanên derve red dike. Nemaze planên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo ji nû ve xêzkirina sînoran an jî avakirina baregehên leşkerî.

Ji bo yekkirina nêrînan der barê pêvajoya demkî û avakirina pergaleke demokratîk de ku mafên her kesî diparêze, însiyatîfê banga lidarxistina kongreyek an jî civîneke awarte kir ku tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî li Şamê li hev kom bibin.

Yek ji bendên însiyatîfê, parvekirina adilane a berhem û jêderên aborî yên Sûriyeyê ye.

Xurtkirina hevkariya nîştimanî li hember êrişan û destwerdanên dewleta Tirk a dagirker bi rêya xurtkirina karîgeriyên xwecih an jî bi hêzên navneteweyî yên çalak re koordîne bikin.

Berdewamkirina têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ`ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî.

Derfetên biserxistina însiyatîfê; ber bi sûriyeya serdest û yekitiya nîştimanî ve

Ruxmî zehmetiyan jî derfetên biserketina însiyatîfa Rêveberiya Xweser ji ber van sedeman hene:

Piştgiriya gel a ku zêde dibe: Rêveberiya Xweser îsbat kir ku dikare ewlehiyê bi dest bixe û xebatan ji herêmê re pêşkêş bike. Lewma sûriyeyî pê bawer in. Li herêmên Rêveberiya Xweser ciwan tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibin, ji bo ku herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Li dijî destwerdanên derve xwepêşandanên girseyî li dar dikevin. Ji herêmên cuda yên Sûriyeyê banga pratîkkirina vê pergalê heye. Ev nîşan dide ku gelê Sûriyeyê rêveberiyeke wisa dixwaze.

Şirîkên navneteweyî: Hevkariya domdar a bi Koalîsyona Navneteweyî re di têkoşîna li dijî terorê de, li ser qada navneteweyî girîngiyekê dide însiyatîfê û îsbat dike ku koalîsyon tevî DYA û Fransayê, fişarê dikin ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê rawestînin. Ev nîşan dide ku ev modela hevkariya bi hêzên navneteweyî re gelekî girîng e.

Nêrîneke giştî: Însiyatîf ji pirsgirêkên demdirêj re çareseriyan pêşkêş dike. Mîna ji nû ve avakirinê û lihevhatina nîştimanî. Yek ji zehmetiyên herî mezin li pêşiya sûriyeyan piştî hilweşîna rejîma Baasê, bidestxistina lihevhatina nîştimanî ye. Bi dehan çewisandin, parçebûna li ser bingeha nîjadî û taîfî li dû xwe şopên kûr li ser tevna civakî hiştin. Rewşa aloz an jî nîşaneyên şerekî navxweyî di navbera sunnî û şîeyan de, diyar dike ku pêwîstiya sûriyeyiyan bi însiyatîfên wiha heye.

Însiyatîfa ber bi hêvî û siberojê ve

Li hember timayên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe ava bike, însiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo parastina yekitiya nîştimanî û parastina serdestiya welêt bangewaziyeke cidî ye.

Sûriyeya nû tenê bi zend û bendên şêniyên wê, bi rêya diyalogeke nîştimanî ya giştî, guhertinên siyasî û aborî dê were avakirin. Însiyatîfa Rêveberiya Xweser di vî warî re gavek e ku xwedî piştgiriyeke nîştimanî û navneteweyî ya rastîn e. Însiyatîf dikare bibe bingeha ji nû ve avakirina Sûriyeya demokratîk a serdest ku li hember hewldanên parçekirinê û kontrolkirinê bisekine.

Welat li ber du rêyan e; yan avakirin yan jî parçebûn. Astengî pir in, lê hêvî heye ku siberojeke geştir bi saya vîna gel ava bibe.

(şx)