Di êrişa DAIŞ’ê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişa DAIŞ’ê ya li gundewarê Himisê de yek jê efser 4 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Di êrişa DAIŞ’ê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
7 tîrmeh, 2024   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li derdora herêma Til Şehab a gundewarê Himisê êrişî nuqteya hêzên hikumeta Şamê kir.

SOHR’yê da zanîn ku di êrişê de yek jê efser 4 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Li gorî daneyên dawîn ên SOHR, ji destpêka îsal ve di şer û êrişên li çolistana Sûriyeyê de 456 kes hatine kuştin.

(bb)