Li Kobanê 5 dibistan tên avakirin
Desteya Pewerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê 5 dibistanên nû li herêmê ava dike.
![Li Kobanê 5 dibistan tên avakirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_654e7a4278ab1.jpg)
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê 5 dibistanên nû li herêmê ava dike ku dawîn li pirsgirêka kêmbûna dibistanan bîne.
Berdevkê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Rêzan Eto ji ajansa me re got: "Li hin gundan hejmara dibistanan têra hejmara şagirtan nedikir, ji ber wê jî me di plansaziyê de avakirina dibistanên nû danî. Me dest bi avakirina 5 dibistanên nû kiriye ku tê payîn piştî nêzî 5 mehan amade bibin."
Dibistan li gundên Dêbirk Şêxan, Serket, Kêfûn, Dêbirk Kêtkan ên kantona Kobanê û li taxa Şehîd Ebdo ya navenda bajêr tên avakirin.
Li gorî Rêzan Eto, berê li van gundan dibistan wekî odeyekê yan 2 odeyan bû, lê piştî zêdebûna hejmara şagirtan pêwîstî bi dibistanên nû hate dîtin.
Eto da zanîn ku dibistanên tên avakirin seretayî ne û her dibistanek dê 100 heta 400 şagirtan pêşwazî bike.
Xebatên çaksazkirina dibistanan dewam dikin û beşek mezin a xebatê di betlaniya havînê de an ku berî vekirina dibistanan di Îlona bê de hatibû kirin.
(mh)
ANHA