Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi Kurdî hat çapkirin

Pirtûka taybat a kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan wekî xêzroman hatiye amadekirin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî hat çapkirin.  

Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi Kurdî hat çapkirin
3 nîsan, 2024   15:07
QAMIŞLO

Jiyana Rêber Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, weke xêzeroman hat amadekirin. 

Nivîskariya xêzeromana bi navê “Dê Azadî bi ser keve - Bi Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan” ji hêla nivîskarê xêzeromanan ê îskoçyayî Sean Michael Wilson ê li Japonyayê dijî ve hatiye kirin û xêz jî ji hêla xêzkarê Kurd Keko ve hatine kirin ku li Spanyayê dijî.

Xêzeromana ku dê bi zimanên Kurdî, Almanî, Tirkî û Erebî bê weşandin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyê jî tê çapkirin.

Pirtûka bi Kurdî ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve hat amadekirin û li Çapxaneya Şehîd Herekol hat çapkirin.

Pirtûk wê îro (3 Nîsan) saet 20.00’an di şahiya Yekîtîya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ku ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dê li Parka Xwendinê bên lidarxistin de bê danasîn û belavkirin.

Çapa pirtûkê ya bi zimanê Erebî jî wê di rojên pêş de ji heman çapxaneyê derkeve.

(a)

ANHA