Xelkê Til Birakê bi meşekê piştgirî da QSDˈê

Bi sedan şêniyên ji bajarê Til Birakê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da.

Xelkê Til Birakê bi meşekê piştgirî da QSDˈê
Xelkê Til Birakê bi meşekê piştgirî da QSDˈê
Xelkê Til Birakê bi meşekê piştgirî da QSDˈê
26 ÇILE, 2025   14:32
HESEKÊ

Meclisa bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nîşandana piştevaniya xwe bi QSDˈê re meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajar, xwendekar, mamoste, enamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn. Di dema meşê de dikan hatin girtin.

Girse ji deriyê rojava yê têketina bajar dest pê kir. Di meşê de alên QSDˈê hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re" hatin vekirin. Bê navber jî dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Li vir endama Komeleya Perwerdeyê ya Til Birakê Lema El Hesen axivî.

Lema El Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Her roj dewleta Tirk a dagirker hovîtiya xwe nîşan dide. Bi çekên giran, bi balafirên şer û yên bê mirov êrişî sivlan dike û li Bendava Şehîdan bi dehan komkujî li dijî sivîlan kirine."

Lema El Hesen bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî şermezar kir û bi van gotinan berxwedana QSDˈê silav kir "Ji bo em bi aştî û aramî bijîn, QSDˈê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dijmin berxwedaneke efsanewî raber dike. Divê em xwedî li hêzên xwe derbikevin û bi hemû awayan piştevaniya wan bikin."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina QSDˈê bi dawî bû.

(bb)

ANHA