Xelkê Siwêdayê êrişên ser tîmên bijîkî protesto kirin

Bi dehan hemwelatî, bijîşk û karkerên beşa tenduristiyê ji bo şermezarkirina ketina çekdaran li nava nexweşxaneyê û êrişên dijî kadroyên tibî, li pêş Nexweşxaneya El Wetenî ya Siwêdayê protesto kir.

Xelkê Siwêdayê êrişên ser tîmên bijîkî protesto kirin
29 gulan, 2025   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku bi dehan hemwelatî, bijîşk, karkerên beşa tenduristiyê li pêş Nexweşxaneya El Wetenî ya li Siwêdayê protesto kir û ketina çekdaran li nava nexweşxaneyê û destdirêjahiya li kadroyên tibî şermezar kir.

Protestoyan pankartên weke; rêzê ji hurmetiya saziyên tibî re bigirin û binpêkirinên li dijî bijîşkan rawestînin. Beşdaran got dubarebûna van bûyeran gefan li aştiya kadro û hemşîreyan dixwin û xebatê asteng dike. Her wiha şêniyan hişyarî li ser bêdengiya aliyên fermî da û banga aliyên têkildar kir ku berpirsiyariyên xwe hilgirtin.

Ev çalakî piştî dubarebûna bûyerên destdirêjiya li tîmên tibî, digel zêdebûna diyardeyên tevlheviya ewlehî li Siwêdayê pêk hat.

(fr)