Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya

Şêniyên li Dirêbisiyê, Til Temir û Zirganê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
16 mijdar, 2024   13:55
HESEKÊ

Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê bi meşekê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzkî kir.

Meşê ji pêşiya Qada Jina Azad a li bajarê Dirêbsiyê dest pê kir. Meşvanan posterên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" vekirin, her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Meş li ber Mizgefta Hac Sultan sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Li wir rêvebera Kongra Star Fatima Keleş pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Fatima bal kişand ser nameya dawîn ya Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de û ev peyam da: "Em ê xeta berxwedanê bidomînin. Em ê li qadan bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Ebdulletîf Bedewiyê jî anî ziman ku pergala îşkence û qirkirinê ya domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan pêkanîneke ji rêzê nîn e, lê hewldanên çareserkirina aloziyan asteng dike.

Bedewiyê îşaret bi berxwedana gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî kir û got: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku em ê têkoşînê bidomînin û li ser xeta Rêbertî ber bi avakirina neteweya demokratîk ve herin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA