Nahêlin Werîşe Mûradî were dermankirin

Hate ragihandin ku girtiya siyasî Werîşe Mûradî ji aliyê berpirsên Girtîgeha Evînê ve ji mafê dermankirinê bê par hatiye hiştin.

Nahêlin Werîşe Mûradî were dermankirin
16 mijdar, 2024   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Mijdarê de bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdar a li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî birî. Li gorî agahiyan di rûniştina doza Werîşe Mûradî de dadgehê mafê xweparastin û axaftinê nedaye Werîşe Mûradî û parêzerên wê.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa dawîn a Werîşe Mûradî agahiyên nû belav kirin û ragihand ku piştî ku cezayê darvekirinê, Werîşe Mûradî ji mafê dermankirinê bê par kirine.

Hate diyarkirin ku Werîşe Mûradî ji ber greva birçîbûnê ya 20 rojan, pirsgirêkên tenduristiyê pê re çêbûne lê derketina wê ya derveyî girtîgehê hatiye qedexekirin.

Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî Sineyê ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat destgîrkirin. Piştî lêpirsîna 5 mehan a li navenda Îtlaetê (Îstixbarata Îranê) ji bo beşa jinan a Girtîgeha Evînê ya Tehranê hate veguhastin.